Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 29 roj li pey xwe hişt. Çalakgerên greva biçîbûnê der barê hevdîtan Mehmet Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bêguman em kêfxweş û bi moral in ku piştî demeke dirêj me agahî ji Rêber Apo girt. Me careke din dît; her ku berxwedan geş dibe encam jî dikare jê bê stendin. Lê belê armanca bingehîn a berxwedana me ew e ku tecrîd bi her awayî ji holê rabe û Rêber Apo azad bibe. Tevî ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatibe kirin jî tecrîd hîn dewam dike. Ji xwe faşîzma AKP’ê sala 2016’an jî hevdîtineke bi heman rengî dabû kirin û xwestibû pêşî li berxwedanê bigire. Niha jî heman dek û dolabê digerîne û ji bo berxwedanê têk bibe, îradeya gelê me bişikîne rêbaza şerê taybet xistiye dewrê.”

Li dora çalakiyan bibin xelek

Çalakgeran di dawamê de li ser biryardariya xwe ya çalakiye jî gotin,”Ev hevdîtin wê motîvasyona me ya çalakiyê zêde bike. Em baş zanin ku di bingeha her destketiyên gelê Kurd de çanda berxwedanê ya tevgera me heye. Destketî wê ji niha û pê ve jî bi berxwedanê bê afirandin. Bi navê endamên ‘Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ yên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, em ê qîma xwe bi piçikên azadiyê nayînin. Berxwedana me heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê dewam bike. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora vê berxwedana li dora Rêber Apo li hev bicive û berxwedanê geş bike.”

Li aliyê din serdanê jî bo çalakiyê jî dewam dikin. Welatparêzên li derdora Strasboûrgê dimînin û malbatên hin çalakgeran serdana çalakiyê kirin.

 

STRASBOÛRG