Li Wanê li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan Nobeda Demokrasiyê di roja 39’an de didome. Di roja 38´an de doh parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr got. “Em ê li her kolan û meydanê bi gelê xwe re bin.” Li Amedê peyama, berxwedanê pergala dewleta Tirk parçe kiriye hat dayîn. Li Izmîrê jî rêxistina HDP´ê ya bajêr bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew li bajêr nobeta demokrasiyê didin destpêkirin.

Nobeta li Wanê li pêşiya Avahiya HDP’ê ya Rêya Hevrîşmê hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, çalakgerên TJA’yê û gel nobet girt.

Têkoşîn bi wan dikare

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr di çalakiyê de got “Me ti caran li hemberî van darbe, derew û hîleyan serê xwe netewand. Îro jî bloka faşîst a AKP û MHP’ê li ser gelê Kurd û têkoşerên demokrasiyê operasyonên qirkirina siyasî dike. Wan her tişta hiqûq û heqî ji holê rakiriye. Ev têkoşîna me ji bo bidestxistina van nirxan e. Çiqasî zor û zehmetî hebe jî, em ê bi gelê xwe re bin.

Li her kolan û malê em ê pergala hevserokatiyê ava bikin û em ê her derê bikin dibistana demokrasiyê û em ê bi gelê xwe re bin.”

Li Amedê jî nobetê dewam kir. Di nobetê de parlamentera Êlihê Feleknaz Uca peyivî û got, “Xwestin bi tayînkirina qeyûman têkoşîna me biqedînin. Lê têkoşîna gelê Kurd, nihêrîna dewletên Ewrûpayê jî guhert. Îro berxwedana gelê me bûye rojeva sereke. Berxwedana we pergala wan parçe kir.”

Rêxistina HDP’ê ya Izmirê jî têkildarî destpêkirina “Nobeta Demokrasiyê” civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Izmirê Serpil Kemalbay, diyar kir ku ew ê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylan dest bi Nobeta Demokrasiyê bikin û bang li her kesî kir ku tev li çalakiyê bibin.

 

WAN/AMED