Şervana YPJ’ê Sema Kobanê ku tevlî Hevdîtina Şêwekariya Hunerî ya li Kobanê bû, xwest bi wêneyên xwe berxwedana jinên ku di çeperên şer de li dijî wehşeta çeteyan li ber xwe didin, vebêje.

Şervanên YPJ’ê bi qasî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de serkeftî ne, di hunerê de jî ewqas serketî ne. Çend rojan berê li kantona Kobanê Hevdîtina Şêwekariya Hunerî ji aliyê Desteya Çandê ya Koordînasyona Rojava û bi Yekitiya Rewşenbîran re hat vekirin. Bi dehan nîgarvanên (wênesaz) Kurd û Ereb ên Sûriyeyê beşdarî hevdîtinê bûn.

Yek ji van beşdaran jî şervana YPJ’ê Sema Kobanê ye. Kobanê di vê hevdîtinê de xwest bi wêneyên xwe berxwedana jinan a di çeperên şer de şer dikin vebêje. Têkildarî hevdîtinê Kobanê axivî û got ku wê di 4 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kiriye û destnîşan kir ku piştî destpêkirina Şoreşa Rojava û tevlêbûna wê ya nav refên YPJ’ê demekê ji wênexêziyê dûr ketiye û ev tişt anî ziman: “Dema min bihîst Hevdîtina Şêwekariya Hunerî hatiye lidarxistin, min xwest beşdar bibim da ku bi wênexêziya xwe têkoşîna jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin, vebêjim.”

Şervana YPJ’ê Kobanê niha wêneya têkoşera kurd Arîn Mîrkan ku di dema berxwedana Kobanê de bû sembola berxwedana hemû jinan, xêz dike û dê wêneya xwe di pêşangeha salane ku di Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê de were lidarxistin, pêşkêş bike. Dê pêvajoya yekem a pêşengehê heta 16′ê mehê bidome. Dê di 18′ê mehê de jî pêşengeha salane li bajarê Qamişloyê were lidarxistin.



ZANA SEYDÎ  / ANHA / KOBANÊ