Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi munasebeta 115'emîn 22'ê Nîsanê salvegera Rojnameya Kurdistan ku wekî Cejna Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin daxuyaniyek nivîskî da. KNK'e diyar kir ku hêj zextên li ser Kurdan berdewam dikin û hêj dixwazin deng û bêhna Kurdan qut bikin. KNK'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Di rûniştina doh a Rojnamevanên Kurd de, li Stembolê hate xuya kirin ku kes nema dikare pêşiya gelê Kurd bigire. Dewleta Tirk, kîndariya xwe ya nijdaperest, di 115. salvegera Rojnamegariya Kurd de, doh di rûniştina doza rojnamevanêên Kurd de careke din nîşan da. Lê rojnamevanên Kurd dersa exlak û çapemeniya xwedî nirxên mirovahiyê, li gorî rêbazên rojnameya Miqdad Bedirxan Kurdistanê dane heyeta dadgehê. Di şexsê heyeta dadgehê de dane çapemeniya Tirk û rayedarên Tirk jî. "


Cengaweriyek dîrokî

KNK'ê di berdewama daxuyaniyê de di şexsê rojnamevanên girtî yên Kurd de salvegera rojnamegeriya Kurd pîroz kir û wiha berdewam kir: "Doh, di salvegera Rojnameya Kurdî de, yadkirin û pîrozbahî li gel hev pêk hatin. Yadkirin, ji bo şehîdên medya Kurd bî, pîrozbahî jî ji bo 115. salvegera rojnamegeriya Kurd bû. Lê rojnamevanên Kurd, per careke din, di 15. dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de cengaweriyek dîrokî nîşan dan. Baş tê zanîn ku temenê rojnamegeriya Kurd 115 sal in, lê biqasî temenê xwe şehîd dan. Li Tirkiyê û Îranê cezayê ji rojnamevanên Kurd re tê xwestin û têne dayin, 4, 5 qat li temenê rojnamegeriya Kurd zêdetir in. Lê doh jî, di rûniştina darizandina rojnamevanên Kurd de hate xuya kirin ku, qedera gelê Kurd hatiye guhertin. Gelê Kurd, gihaye wê qonaxê ku ew bi xwe qedera xwe tayin bike."

'Bi têkoşînê şert hatin guhertin'

KNK'ê, di dawiya daxuyaniyê de li ser encam û rola têkoşîna gelê Kurd rawestiya û wiha got: "Di encama têkoşîna gelê Kurd de şert hatibin guhertin jî, zihniyet û kiryarên hêzên dagirker ne hatine guhertin. Di vê qonaxa ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin de jî, bi girtina rojnamevanên Kurd, tê xwestin ku dengê gelê Kurd qut bikin, medya alternative ji holê rakin. Lê rojnamevanên Kurd careke din li darî çavên cîhanê dane xuya kirin ku, şert û merc çi dibin bila bibin, ewê berdevkiya gelê xwe bikin. Bi vê mebestê em di şexsê rojnamevanên Kurd yên girtî de, ku li hemberî zordestiya faşîzan, dengê azadiyê, dengê çapemeniya alternative qîriyan; armanca Miqdad Bedirxan ku di yekemîn hejmara Kurdistan de weşand, kirin bingeha exlaqê çepemeniyê û dersek dane dadgeriya Tirk, dersek dane medya Tirk û dersek dane rayedarên Tirk, salvegera rojnamevaniya Kurdî pîroz dikin. Rojnamevanên Kurd, dane xuya kirin ku ew mîratzadeyên Miqdad Bedirxan, Musa Anter û tevahiya şehîdên çapameniya Kurd in û şert çi dibin bile bibin ewê berdevkiya gelê xwe bikin. Em careke din rojnamevanên Kurd yên girtî pîroz dikin û şehîdên çapemeniyê bi dilsozî yad dikin." 

BRUKSEL





Azadiya rojnamevanan hate xwestin


Li navçeya Ranya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî bi beşdarbûna rojnamevan, nivîskarên navçeyê hate pîrozkirin û şehîdên çapemeniya Kurdî hatin bîranîn.
Pîrozkirina 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî li ber Baxê Giştî yê navçeya Ranya’ya Silêmaniyê bi beşdarbûna nivîskar û rojnamevanên navçeyê pêk hat. Bi kombûna beşdarvanên pîrozbahiya rojê re destpêkê deqeyek rêzgirtin jibo şehîdên Kurdistanê bitaybet jibo rojnamevanên di doza Kurd û Kurdistanê de canê xwe ji dest dane hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ber fotoyên rojnamevanên jiyana xwe ji dest dayî yên her çar parçên Kurdistanê mûm hatin pêxistin û drûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Azadiya Ramanê’ hatin avêtin. Di merasima pîrozbahiyê de li ser rewşa rojnamevaniya Kurdî hate axaftin, daxwaza azadiya rojnamevanên Kurd yên di zîndanên Îranê û Tirkiyê de kirin, li hember desthilatdarên Herêma Kurdistanê li fîrîkan xistin herwiha şîyarî dan jibo metirsiya rewşa rojnamevaniyê ya li Başûrê Kurdistanê û azadiya ramanê hate xwestin. Piştre beyaname hate xwendin û di beyanamê de hate gotin kû 22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê Rojnameya yekem ya bi zimanê Kurdî ji aliyê her dû bira Mîqdad Mîthat Bedirxan û Ebdirehman Bedirxan Beg ve li çapxaneya Dar El-hilal hate çapkirin û ew roj bû destpêka dîroka rojnamevaniya Kurdî.

Ji ber fikra xwe tên qetilkirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevanên ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hêzên desthilat ve hatine qetil kirin û rojnamevanên ji ber ramana xwe ya azad têne darezandin û wiha hat gotin: "Wek nivîskar û rojnamevanên navçeya Ranya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevanên Kurd li hemû Kurd û rojnamevanên Kurd pîroz dikîn, şehîdên çapemeniya Kurdî bi bîrtînin û ji rojnamevanên Kurd yên kû îro di zîndanên Tirkiyê û Îranê de tên girtin azadiyê dixwazîn. Di dawiya beyanamê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin kû pêşiya azad hizirînê vebike û nebe astengê rojnamevaniya li ser prensîbên azadiyê pîşeyê xwe dikin. Jibo rojnamevanên girtî yên û hemû rojnamevanan Kurd silav û rêzên germ hatin şandin. 

SILÊMANÎ