Miletê Kurd bi şervanên xwe û bi ruhê xwe yê yekîtiyê li dijî êrişa bi armanca qirkirinê ya dewleta Tirk berxwedaneke efsanewî dike.
Dewleta Tirk bi sîlehên qedexekirî û kîmyewî sûcên şer ên mezin dike; wê li Serêkaniyê nexweşxaneya bajêr ji erd û hewayê bombebaran kir.
Dewleta Tirk bi qesd ji bo ava 400 hezar kesî qut bike, êriş bire ser bendava li Serêkaniyê û wê êriş birin ser xizmetkarên tenduristiyê jî.
Dewleta Tirk li Serêkaniyê hemû çekên xwe bi kar tînê û di nava van de sîlehên qedexekirî jî hene. Di roja 10´an de dor li bajêr hat girtin û şerê kolana li bajêr dest pê kir. Rojnamevan Ersîn Çaksû doh ji nava bajêr ragihand ku berxwedaneke dîrokî li dijî hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike û bi dîmenan jî nîşan da ku qehremanên miletê Kurd li dijî artêşa herî hov a cihanê li ber xwe didin.
Tevî hemû sûcên şer ên dewleta Tirk ku em ê li jêr wan bikin rêz, berxwedana Kurdan li Serêkaniyê dewam dike. Lê ji ber ku bi hezaran sivîl û gelek birîndar li bajêr asê mane, felaketeke pirr cidî ya insanî dibe ku çêbe. Hem rayedarên Heyva Sora Kurd hem jî rayedarên Rêveberiya Xweser ji bo vekirina korîdoreke insanî bang li raya giştî ya navneteweyî kir, da ku korîdoreke insanî bê vekirin. bi her halî ya ku dewleta Tirk a çete dîn û har dike berxwedana efsanewî ya qehremanên miletê Kurd e.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
Artêşa tirk doh li gundên Eyn Îsa û Tiltemirê li dijî xelkê top û bombekirina hewayî kir û bû sedem ku bi dehan sivîl şehîd bibin û qederê sed sivîlî jî birîndar bibin. Artêşa Tirk û çeteyên wê êşkence li birîndarên ketî dest wê dike û dîmenên vê êşkenceyê eşkere parve jî dike. Em li jêr bi 10 xisûsan sûcên şer ên hovane û rewşa dawî ya li Serêkaniyê rave dikin:
- Piştî bombekirina ji bejahiyê û ya hewayî dewleta Tirk sîlehên kîmyewî jî doh û pêr bi kar anîn; wê nexweşxane jî hem ji bejahiyê û hem jî bi balefiran bombe kir. bijîşkê nexweşxaneyê jî şehîd bû.
- Dewleta Tirk heta doh, bêyî hejmarên dawî lê bê zêdekirin, 218 welatiyên sivîl şehîd kirin û ji van 18 zarok bûn. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser ku hejmarên dawî yên êrişên Serêkaniyê li wan nehatibû zêdekirin, 653 sivîl jî birîndar bûn û 35 ji van sivîl in. Artêşa Tirk û çeteyên wê 5 xebatkarên tenduristiyê şehêîd kirin û 6´ên dinb jî revandin.
- Dewleta tirk tevî çeteyên xwe yên DAIŞ, El-Qaîde û îslamiyên tundraw dor li Serêkaniyê girt.
- Di nava 24 saetên dawî de dewleta Tirk nexweşxaneya Serêkaniyê pirr carî bombebaran kir ku lê hejmarek birîndar hebûn.
- Ji 9´ê Cotmehê heta doh, 550 sivîlên birîndarêm ji Serêkaniyê li nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê hatin dermankirin. 100 cenazeyên sivîlan jî hatin vê nexweşxaneyê.
- Serbijîşkê nexweşxaneya Lêgerînê ya li Til Temirê diyar dikin ku hin birînên ji ber şewatê, eşkere nîşanên bikaranîn sîlehên kîmyewî yê qedexekirî nîşan didin.
- Heyva Sora Kurd diyar kir ku artêşa Tirk destwerdana komên wan ên alîkariya destpêkê ji bo birîndaran asteng dikin.
- Heyva Sor wekî din eşkere kir ku bi hezaran sivîl li Serêkaniyê asê mane û bang li civaka navneteweyî kir da ku korîdoreke insanî bê vekirin ji bo rizgarkirina sivîl û birîndaran.
- Xelkê Serêkaniyê ji hemû pêdiviyên xwe yên heyatî yên weke av û elektrîkê hatiye qutkirin.
- Ji 9´ê Cotmehê heta doh, li gorî hejmara eşkere kirî 300 hezar mirov ji ber êrişên qirker neçar man koçber bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN