Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re dewam dikin. Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî li avahiya HDP’ê pêk tê. ji bo destpêkirina çalakiyê, xizmên girtiyan, endamên HDP û DBP’ê û nûnerên saziyan daxuyaniyek da. Çalakiya malbatên girtiyan a li ber Hepsa Jinan a Gebze jî dewam dike.
ji bo greva birçîbûnê ya li wanê, daxuyanî ji aliyê parlamentera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan ve hat dayin. Orhan bal kişand ser berxwedana Hevseroka CDK´ê Leyla Guven a ku ev 156 roj in di greva birçîbûnê de ye û got; “Ji bo piştgiriya bi vê berxwedanê re, em ê 3 rojan greva birçîbûnê bin. Em bang li rayedaran dikin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji bo balkişandina tecrîdê 7 kesan dawî li jiyana xwe anî, lê rayedarên dewletê hê jî naxwazin gavekê biavêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û çînên civakê dikin da ku guh bidin van qîrînan û ji bo rakirina tecrîdê hewl bidin.”
Piştî daxuyaniyê 7 kesan bi berdilkên ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla bijî’ dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.
Li ber Girtigeha Gebzeye çalakî
Malbatên girtiyan jî ji bo ku destekê bidin grevên birçîbûnê, çalakiya xwe ya nobetê ya li ber hepsa jinan a Gebze dewam dikin. Dayikên Aştiyê ji bo destekê doh meşiyan. Çalakgeran piştre li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir.
Rêxistinên bajêr û navçeyan yên HDP’a Stenbolê jî ji bo desteka li çalakiyê çûne Gebzeyê.
WAN/KOCAELÎ