Parlamenterê Tevgera Goran yê li parlamentoya Iraqê Hoşyar Ebdullah diyar kir ku Tevgera Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî li her derê rexne li PDK’ê dikin, lê ji bo dawî li desthilatdariya sexte ya PDK bînin, ji hikûmetê venakişin.

Krîza li Başûrê Kurdistanê ya di navbera partiyên Kurd de ev çend sal e bênavber dewam dike. Ew rewşa hanê bi xwe re ne tênê pirsgirêkên siyasî tîne, her wiha pirsgirêkên aborî, civakî, exlaqî jî derdixe holê û pirsgirêkên heyî jî mezin dike. Her çiqas bi fermî hikûmet û parlemento hebe jî, naxebite. Parlamenterê Tevgera Goran yê li parlamentoya Iraqê Hoşyar Ebdullah diyar dike ku her çar partiyên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, YNK û Yekgirtûya Îslamî li her derê PDK’ê rexne dikin lê wexta meselê tê û li xwe-vekişandina ji hikûmetê disekine, tiştekî nakin û li pey hesabên desthilatdariya xwe dikevin. 

Parlemanterê Tevgera Goran Hoşyar Ebdullah li ser tora civakî nivîsek belav kir û di nivîsa xwe de rexneyên tund li Tevgera Goran, YNK, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dike.

 

Desthilata sexte

Hoşyar Ebdullah di nivîsa xwe de dibêje, Tevgera Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî di hemû gotinên xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne dikin lê belê naxwazin ji hikûmetê xwe vekişînin, ji bo dawî li vê desthilata sexte ya ku PDK navê serokatiya herêm û hikûmeta herêmê lê kiriye, bînin.

 

Her çar partiyên din jî berpirs in

Ebdullah di dewama nivîsa xwe de wiha îşaret bi rewşên heyî dike: “Eger di dema darbeya PDK’ê de hemû hizbên di nava hikûmetê de li hemberî wê bêdeng nebana, PDK’ê jî wê nikarîbaya wiha bêminet pereyê petrolê bibe. Xelk jî wê wiha bê hêvî nemaya. Rewşa îro ku xelk ketiye nav, ji beşeke mezin PDK berpirsiyar e. Ji beşa din jî her çar hizbên din ango Goran, YNK, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî yên xwedî parlamenterên herî zêde ne, berpirs in.” 

 

‘Min xwest hin tiştan ronî bikim‘

Parlamenterê Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah di dawiya nivîsa xwe de wiha fikrên xwe îfade kirin: “Min biryar dabû ku di vê cejnê de ti tiştî nebêjim. Belê, ew peyamên dûr ji rastiyê hemû û bêdengiya li hemberî PDK’ê, kir ku ez bixwazim hin tiştan ronî bikim. Bi hêviyên ku hilbijartina li pêş me, em hev dû bibînin.” 


ROJNEWS / SILÊMANÎ