Li paytexta Fransayê Parîsê, bajarên Elmanyayê Hambûrg û Magdeburgê, li bajarê Swîsreyê Aarauyê û li paytexta Katalanyayê Barselonayê, şideta polîsên Tirk li dijî dayikên çalakger û bêndegiya beramberî grevên birçîbûnê hat şermezarkirin. Çalakgeran di heman demê de xwest tecrîd bê bidawîkirin.

Li Parîsê ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakvanan çarikên spî li serê xwe kirin û çalakî pêk anîn.

Aktivîstên Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ji bo destekê bide dayikên li pêşiya zindanan di çalakiyê de ne, li Meydana Chatletê bi çarikên spî çalakiya rûniştinê kir.

Di çalakiyê de bi belavokan xelk li ser tecrîd û berxwedana grevên birçîbûnê hat agahdarkirin. Çalakgeran daxwaz ji hikûmeta Fransa, saziyên elaqedar û parêzvanên mafê mirovan kir ku di zûtirîn demê de dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî grevên birçîbûnê bînin û bikevin nava hewldanan.

Berxwedêr wê bi ser kevin

Li  Hambûrgê ji bo xwedî li berxwedêrên di grevên birçîbûn û rojiya mirinê derbikevin, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk Kurdistaniya çalakiyek kir.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê ve hate kirin û posterên Ocalan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin hildan û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin gotin.

Li Magdeburgê jî çalakgerên Elman û Kurd, bi daxuyaniyekê û çalakiyeke konvedanê bala xelkê kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.

Yekîtiya Piştgiriyê Kurdistan-Magdeburg li meydana Alten Markt ev çalakî li dar xist li dijî tecrîdkirina Ocalan. Di çalakiya ji saet 15´an heta 18´an de carinan qederê 40 kesî beşdar bûn, û daîmî xelkê bajêr hat agahdarkirin.

Di çalakiyê de hat gotin, em pişta çalakgerên di grevê de bigirin û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Yekîtiya Piştgiriyê Kurdistan-Magdeburg di dawiyê de got, Li ser vî esasî em ê karê xwe dewam bikin da ku berxwedêr bi serkevin.

Çalakiya îtaetnekirina sivîl

Li Aarauyê jî jinên ciwan û aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya avahiya TV-Radyo-Rojnameya Kantona Aarauyê çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xist.

Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Swîsre ya li hemberî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hate şermezarkirin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) komek ji aktîvîstên ji rêxistinên cuda yên li bajarê Barcelona yê Katalanyayê, doh li ber Konsolosxaneya Tirk civiyan.

Çalakgeran tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.

Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN