
Tirkiye ku bi piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re di lîsteya reş de cihê xwe digire, vê carê jî akademîsyenên navdar ên cîhanê bi danezana ku weşandin nerazîbûn nîşanî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî Kurdan dan. Akademîsyenên navdar ku di nava wan de Noam Chomsky, Michael Lowy, Tarik Alî, Bertell Olman jî hene banga “Bila Tirkiye êdî alîkariya bi DAIŞ’ê re bi dawî bike! û çewisandin û qetlîama li ser Kurdan jî bide rawestandin” kirin.
Akademîsyênên li Tirkiyeyê ji bo pêkanînên qirkirinê yên li ser Kurdan bi dawî bibin, danezanek bi ser navê “Em nabin hevparê vî sûcî” weşandibûn û ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hatibûn nîşandan, vê carê jî belavokek der barê polîtîkayên AKP’ê ya li hemberî Kurdan ji akademîsyenên ji welatên biyanî hat. Di belavokê de ku Tirkiye ji ber alîkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re û pêkanînên xwe yên li hemberî Kurdan hatiye sûcdarkirin, di belovakê de îmzeyên akademîsyenên navdar ên wekî Noam Chomsky, Michael Lowy, Tarik Alî, Bertell Ollman, Mîchael Lebowîtz, Vîjay Prashad, Neîl Faulkner, Robert Brenner, Nancy Holmstrom, Joan Cocks, Suzî Weissmann û Fred Moseley jî hene.
‘Bes alîkariyê bide DAIŞ’ê’
Di danezanê de ku polîtîkayên Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û hem jî têkiliya wê ya bi DAIŞ’ê re bi zimanekî tund hatiye rexnekirin, di bin belavokê de ji bilî akademîsyenan îmzeyên endamên Parlementoya Ewropayê, wezîrên berê, parlementerên ji Arjantînê û serokên partiyên sosyalîst jî hene.
Danezana bi ser navê “Bila Tirkiye êdî alîkariya bi DAIŞ’ê re bi dawî bike! û çewisandin û qetlîama li ser Kurdan jî bide rawestandin” hat weşandin de hat diyarkirin ku Tirkiye li bajarên Kurdistanê û Rojhilata Navîn polîtîkayên “Hovane” dişopîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji serokatiya YE’yê banga agirbestê
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders, ku wezîfeya serokatiya demî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewr girt, banga agirbestê li Tirkiyeyê û Kurdan kir û xwest, veger li pêvajoya aştiyê bê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders, ku wezîfeya serokatiya demî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewr girt, banga agirbestê li Tirkiyeyê û Kurdan kir û xwest, veger li pêvajoya aştiyê bê kirin.
Koeders li Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê axivî û got, “Pêwîstiya me pê heye ku li Tirkiyeyê bi lezgînî veger li agirbest û pêvajoya aştiyê were kirin.” Koenders bang li hemû aliyan kir, ku bêyî şerê heyî bigihêje asteke xetere û rê li ber zerarê mezin veke, bersivê bidin vê bangê.
Koeders da xuyakirin, ku divê Tirkiye hêzeke bi pîvan bi kar bîne û hurmetê nîşanî mafên mirovan bide.
Koenders her wiha ragihand ku Hollanda wê di serokatiya xwe ya demî de bike ku Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de bêhtir çalak be.
ANF/BRUKSEL
Hêvîdarim hûn ê werin destekkirin
Prof. Noam Chomsky ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gavên ‘cihê şermê’ ne, avêtiye.
Prof. Chomsky da xuyakirin, ku Erdogan polîtîkayên herî tund û dijwar ên li dijî Kurdan ji nû ve zindî kiriye û têkildarî êrîşa Erdogan a li hemberî azadiya ramanê got, ‘cihê şermê’ ye. Prof. Chomsky ji gelê Kurd re got, “Hêvîdarim hûnê desteka ku mafê we ye, werbigirin.” Danezana zêdeyî hezar akademîsyenên ji nêzî sed zanîngehên li Tirkiyeyê li dijî êrîşên AKP’ê yên li hemberî gelê Kurd hat weşandin, ji aliyê Prof. Noam Chomsky ve jî hatibû îmzekirin.
Prof. Noam Chomsky ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gavên ‘cihê şermê’ ne, avêtiye. Chomsky der barê êrîşa Erdogan a li hemberî azadiya ramanê de got, “Ji bo rêveberiya xwe ya otorîter xurt bike, gaveke din a mirov jê şerm dike, avêt.” Chomsky ji bo Kurdan jî ev peyam da: “Hêvîdarim ev sekna we ya wêrekî, wê ji raya giştî û ji qada navneteweyî desteka têrker bibîne.”
Prof. Chomsky nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê da û got, “Hin polîtîkayên herî tund û bêrehm ên dewleta Tirk li dijî mafên gelê Kurd meşand, niha ji aliyê Erdogan ve ji nû ve tên zindîkirin.” Chomsky got, “Daxuyaniya xwe çi dibe bila bibe, nabe ku ev pêkanîn rewa bên nîşandan.”
Ez ê tenê bibim mêvanê Kurdan
Prof. Chomsky di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya The Guardian de jî, ji bo gotina Erdogan a ku digot, “Bila Sefaretxaneya Bilind a DYA Chomsky dawet bike, em wî bikin mêvanê xwe” ev bersiv dabû: “Eger ez biryarê bidim biçim Tirkiyeyê, ev yek wê ne li ser daxwaz û vexwendina wî pêk were. Eger Kurdên ku bi salane rastî êrîşên cidî tên jî di nav de mûxalîfên wêrek min vexwendînin, ez ê bi wî rengî biçim.”
Ji HDP’ê vexwandname
Piştî ku rewşenbîr û akademisyenên Tirkiyeyê û navneteweyî bûne hedefa AKP’ê û Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan Prof. Noam Chomsky jî helwesteke di cî de nîşanî Erdogan da. Gotinên Erdogan ên , “bila bibe mêvanê me” Chomsky bi besiva, “ger Kurd û muxalif min dawet bikin ezê werim, wekî din nayêm” bersivandin. Li ser vê yekê Parlementêrê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nameyek ji Chomsky re şand û ji bo rewşê bi şopîne ew vexwand Kurdiktanê. Sariyildiz di nameya xwe ya ku ji Cizîra Botan a 33 roj in di bin dorpêç û êrîşê de ye de got, “ger bixwazin Tayyip Erdogan û Ahmet Davutoglu jî dikarin beşdaî serdanê bibin”