Di 6´ê Çelê de Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad piştî 7 mehan careke din derket pêşberî kamerayan û ji televizyona fermî ya dewletê re axivî. Esad di vê daxuyaniya xwe de gelek tişt gotin, lê tu tişt jî negot. Tenê tişta ji bo Rojavayê Kurdistanê, têr dike şerekî di navbêra Kurdan, Ereban, Kurdan û netewên din de derxîne.

Her çendî dihate texmîn kirin ku wê Esad çi bêje, lê dîsan gelên ku li Sûriyê dijîn, kêm bê jî xelkê Sûriyê hêvî dikir wê Beşar Esad tiştekî nû di derbarê çûna xwe de bêje û civaka Sûriyê ji vê belaye xilas bike. Lê daxuyaniya 6'ê mehê ji yên berê ne cûda bû. Dîsa borazanê rêjîmê awazê berê ji xelkê re got û li ser ya xwe îsrar kir.
Di daxuyaniya Beşar Esad de mirov dikarê di gotinên wî de, rewşa wî ya derûniya wî baş bibîne. Her peyveke wî bêyî ku ya din temam bikirina dihate rêzkirin. Carna ji şerê li dijî terorîzim, carna jî pesnê rêjîma xwe dida û weke cambazê gotinê xwe di ser peyvan re davêt.
Bi kinahî di daxuyaniya Esad de hin xalên ku pêwîst e bêne nirxandin hene. A yekemîn; Beşar Esad pir tişt gotin û di heman demê de tiştek jî negot.  Tişta gotî pesnê komkijiyên xwe û bermîlên TNT'ê yên bi ser şînwarê sivîlan de avêtine da. Got "Em ameden e ji bo pêvejoyeke demî bi herkesî re rûnin, lê em ne ameden e ku şerê xwe li hemberî terorê bidin rawestandin". Ev hevokên xwe bi serê xwe nakokiyekê dide nîşandan. Çawa tu dibêje ez ji bo dîyalogê amede me û tuyê şer jî bidomîne. Ev helwest dervehî rastiyê ye û weke yekî ku li Sûriyê najî axivî. A duyemîn; pirsgirêka Sûriyê ya hundurîne. Divê  çareserî jî ji hundur be û bi dînamîkên hundurê Sûriyê bê kirin. Lê Beşar Efendî dibêje ku "Em bi muxalîfan re rûnanin, lê belê bi welatên ku piştgiriya wan dikin re, em karin rûnin û diyalogê bikin".  Ev helwesta ku Esad daye nîşandan ji bingeh ve şaşe. Bi kar anîna hevokên wîha tê wetaya ku wîn karin mudexeleya leşkerî jî bikin, ji şîrovekirinê re vekiriye. Yek tê welatên cîran bi tembariya ku dest diavêjin karûbarê Sûriyê tewanbar bike, ya sibê jî tuyê wan dawetî hevdîtinan dike jî bo dermanekî ji welatê xwe re bibîne. Pirsgirêka civaka Sûriyê û aloziya rû dide, ne bi diyaloga derve û ne jî bi mudexeleya derve tê çareserkirin. Çareseriya herî baş û misoger ku wê aloziya Sûriyê çareser bike, fêmkirin û lihevhatineke hundirîn e.  
Xala sêyemîn; ya ku min û hemû gelê Kurd meraq dikir pirsgirêka Kurd bû û helwesta rêjîmê li hember Kurdan bû. Di nava 22 mehên şoreşa Sûriyê de helwesta rêjîmê ya li hemberî gelê Kurd hatibe zelal kirin û di rastiyê de tu guhertin ne berê û ne niha tê de çê nebûye. Lê dîsan jî me xwest ka em fêmbikin wê çi bêje. Beşar Esad tiştek ne got, peyva kiriye jî gelacî û fitne çêkirin bû. Ji gotinê berê cûdatir, Esad behsa  bajarê Serêkaniyê kir.
Li gor wî berxwedana Serêkaniyê endam û badîgartên wî kirine. Ji ber vê yekê dilsozî û silavê germ şandin Serêkaniyê. Lê dizanî yên li Serêkaniyê şer kirin, ne duvikên wî ne. Milletekî ku jê re dibêjin Kurd û bi salane li ser vê axê dervehî îradeya wî dijîn in. Yên li Serêkaniyê berxwedan pêşxistiye keç û xortên Kurdan bû û cangoriyên weke Abid Xelîl û Goran bûn.
Lê serokkomarek weke Beşar Esad, bi awayekî bêfedî derdikeve ser ekranên televizyonan û bi meqsed pesnê Kurdan dide li Serêkaniyê. Armanc ji vê daxuyaniyê avakirina fitneyeke di navbêra Kurd, Ereb û gelên li herêmê dijîn e.  Hedef ji vê gotinê, rûnê xwe li ser nanê dijminê Kurdan reşandin e. Di vê daxuyaniyê de Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad tu tişt ne got, lê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yek hevokê gelek tişt gotin.