Foza da zanîn ku Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li ser bingehê wê saziyên Kobanê xwe bi rêvedibin, mînaka demokrasiyê ye ya nêzî gel e. Ji ber ku xwerêvebirina ge ji xwe re bingeh digire. Foza bang li çepgirên cîhanê kir ku bila werin kobanê û xwe fêrî pirojeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin û li tevahî cîhanê belav bikin. Foza got ku ev piroje vejîna nû ye ji bo pêkanîna sîstema demokrasiyê li tevahî cîhanê.
Foza bi lêv kir ku wan di vê hemleyê de miqdarek ji derman û alavên tibî berhevkirin û ji bo Kobanê şandine Bakurê Kurdistanê, lê dewlata Tirkiyeyê rê neda ku ev alîkarî derbasî Kobanê bibe. Foza got ku dewleta Tirkiyeyê naxwaze kes alîkariyê ji bo Kobanê pêşkêş bike.
Di serdana xwe de Foza palketeke ku sembola Şaredariya li ser bû, diyarî Şaredariya Kobanê kir û diyar kir ku ev pêngav ji bo xurtkirina têkiliya biratiyê di navbera gelê Îtaliyayê û gelê Kurd de ye. Her wiha ji bo hevkariya hevbeş di navbera Şaredariya Santomana û Şaredariya Kobanê de ye.