Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, operasyona Mûsilê, nêzîkatiya PKK’ê ji vê operasyonê, tevlîbûna hêzên YBŞ’ê û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd ji Kurd Sat Newsê re axivî û daxuyaniyên girîng da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya tevlîbûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di nava operasyona rizgarkirina Mûsilê de û ev tişt anî ziman”: YBŞ`ê ji ciwanên Şengalê pêk tên. YBŞ’î dixwazin tola xwişk û dayikên xwe hilînin. Ew dixwazin şerê ku li dijî DAIŞ’ê dimeşînin xurtir bikin”.

‘Nêzîkatiyên PDK`ê xeter û şaş e‘

Karayilan da xuyakirin, ku ew dewleta Tirk ji nêz ve nas dikin, lewma baş dizanin ku statejiya dewleta Tirk li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku nêzîkatiya PDK’ê ya rê li ber derbasbûn û mayîna leşkerên Tirk vedike, gelekî xeter û şaş e.  Karayilan daxuyaniya vê dawiyê ya Erdogan bibîr xist ku gotibû Lozan ji bo Tirkiyeyê binketineke û diyar kir ku dewleta Tirk biryar daye ku axa xwe mezin bike. Karayilan işaret bi hesabên Tirkiyeyê yên li ser Mûsilê kir û got: “Dixwaze bikeve nava Mûsilê û li wir mayînde bibe. Tirkiye ketibe ku derê jê derneketiye. Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê niha biryarekê bide, gelo wê Tirkiyeyê ji cihên niha lê ye derkeve? Na dernakeve. Lewma divê siyaseta Kurd kêmasiyên xwe bibîne.”

Karayilan bal kişand ser planên Tirkiyeyê, ku Erdogan ev yek weke ‘Planên B û C’ pênase kir û da zanîn ku Tirkiyê  hewl dide aloziyeke mezin derxîne.

‘Wê pêwîstiyê bi me bibînin‘

Li ser mijara, tevlîbûna hêzên PKK’ê li operasyona Mûsilê jî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got: “Hêza PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêzeke profesyonel e. Daxwaza PKK’ê ya tevlîbûna li operasyona Mûsilê heye. Lê ez bawerim, eger DAIŞ bi rastî li Mûsilê li ber xwe bide, wê pêwîstiyê bi me bibînin. Em amade ne. Lê em mijara tevlîbûna xwe nakin pirsgirêk.”

Ji bo hilanîna tola xwişk û dayikan 

Karayilan li aliyê din bal kişand ser rewşa Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û ev nirxandin kir”:Ew ne PKK ne. Ew ji ciwanên Şengalê pêk tên. YBŞ’yî dixwazin tola xwişk û dayikên xwe hilînin. Ew dixwazin şerê ku li dijî DAIŞ’ê dimeşînin xurtir bikin. YBŞ’ê heta niha bêyî piştgiriya kesî li dijî DAIŞ’ê şer kir û vî şerê xwe jî dewam dike. Ez bawerim, wê operasyonên xwe yên di vî warî de bidomînin.”

‘Daxwaza derketina PKK’ê ya dewleta Tirk e‘

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, di dewama hevpeyvîna xwe de li ser hebûna hêzên PKK’ê li Şengalê û yekîtiya neteweyî axivî. Karayilan destnîşan kir ku daxwaza derketina PKK’ê ji Şengalê daxwaza dewleta Tirk e û anî ziman, berevajî gotgotan, heta niha bi rengekî fermî ne ji aliyê PDK’ê ne jî ji aliyê kesekî din ve tiştekî bi vî rengî ji wan re nehatiye gotin.

Karayilan da zanîn, li Şengalê niha pêşmerge û gerîla li kêleka hev şer dikin û bibîr xist ku dema PKK’ê berê xwe da Şengalê ji ber pêwîstiyeke mezin hebû û bi roleke girîng rabû. Karayilan got ku  heta pêwîstî pê hebe ew ê li Şengalê bin.

‘Em nahêlin tu kes helwesta me ya netewî reş bikin‘

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku daxwaza PKK’ê yekîtiya gelê Kurd e û daxwazeke Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ya di rojên destpêkê yên fermana Şengalê de ji wan kir bi bîrxist û wiha berdewam kir”:Me di wê demê de  xeteriyeke mezin dan ber çavên xwe û em çûn Şengalê. Piştî 4-5 rojan birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî silav ji me re şandin. Destpêkê pirsîn ku hêzên me li Şengalê heye yan na. Me jî got, ‘belê heye’. Wan xwest, refek ji pêşmergeyan bişînin Şengalê û ji me xwest, em derfetan ji bo wan bafirînin. Me jî derfet afirand û 200 pêşmerge di ser Sêmalka re gihand cem hevalên me yên li Şengalê. Wê demê, gelê li wir nerazîbûn nîşanî van pêşmergeyan dan. Hevalên me ketin navberê û ew parastin. Eger niyeta me ya li Şengalê cuda bûya, me yê bigota ne hewce ye pêşmerge were. Me pêşmerge li cem xwe bi cih kir û xwest fermandariyeke hevbeş pêk bînin. Refekî YNK’ê jî hebû. Helwesta me ya li ser Şengalê ev e. Em bi helwesteke neteweyî çûn û bi vî rengî em xwedî li civaka xwe ya neteweyî derket. Em nahêlin kes vê helwesta me reş bikin”.

‘Yekîtiya netewî ya hêzên Kurd girîng e‘

Karayilan di vê pêvajoya dîrokî de banga  girîngiya yekîtiya neteweyî ya hêzên Kurd kir. Karayilan bibîr xist ku di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de, ji ber ku Kurd ne xwedî hêz bûn, statuya hêvî dikirin bi dest nexistin û ji înkarê xilas nebûn.

Mûrat Karayilan têkoşîna 30-40 salên dawî ya li çar aliyên Kurdistanê bibîr xist û got: “Destketiyên mezin ên gelê Kurd afirîne. Kurd êdî hêzek in. Di vî şerê sêyemîn ê cîhanê de Kurd êdî aktorekî li pêş e.”

Karayilan da xuyakirin, ku dem hatiye gelê Kurd bigihêjin mafên xwe û destnîşan kir ku di dîzayna herêmê ya ji niha û pê ve de, wê gelê Kurd jî cih bigirin.

‘Rewşa hêzên dagirker ên li Kurdistanê  qels e’ 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku hêzên dagirker ên li Kurdistanê di rewşeke qels de ne û ev tişt anî ziman”:Tevî ku di navbera wan de nakokiyên mezin hene jî di mijara Kurdan de li hev dicivin û helwesteke hevpar nîşan didin”.

Têkildarî mijara dagirkerên Kurdistanê,  Karayilan işaret bi rewşa Tirkiye û Sûriyeyê kir û got:”Ev her du dewletên ku pênc sal in xwîna hev dimêjin, di mijara Kurd de li hev rûniştin. Dewletên Tirk, Îran û Sûrî li ser meseleya Kurd axivîn.”

‘Dagirker tên gel hev lê çima Kurd li hev rûnanên?‘

Karayilan pirsa, di nava vê dema ku derfetên mezin ên ji bo bidestxistina mafên Kurd hene de, çima Kurd li hev rûnanên?’ pirsî û ev yek ji bo me şermek e. Karayilan got”: Em di yek keştiyê de ne, dahatûya me bi hev ve girêdayî ye. Çima dagirkerên li ser Kurdistanê bi veşartî tên gel hev, lê em nikarin li hev bicivin? Ev paradokseke mezin e, divê em wê çareser bikin. Ev rewş cidî ye.”

Karayilan da zanîn, ku divê yekîtiyeke neteweyî çêbibe û got: “Eger ev nebe, divê stratejiyeke me ya hevbeş hebe.”

Karayilan bi taybetî bang li gelê Kurd kir, ku li her çar parçeyên Kurdistanê zextê li ser siyasetê bikin, ku yekîtiya xwe çêbike û wiha dirêj da axaftina xwe: “Divê gelê Kurd dakeve kolanan û yekîtiyê bixwaze. Eger gelê Kurd yek be, serketina wê sedî sed be.”  


 NAVENDA NÛÇEYAN