Rûspiyan dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir û da zanîn ku eger êrîşên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bidomin, ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşkaran şer bikin.
Şêxê eşîra El-Bino, Cemîl Ehmed El-Şerîf yê ji herêma Ezazê ya herêmên Şehbaye diyar kir ku ew amade ne li hember êrîşan, axa xwe biparêzin û wiha axivî: ″Erdogan û çeteyên wî bi riya koçkirina şêniyên herêmên Şehbayê, hewl didin li herêmê senaryoya Lîwa Iskenderûnê dubare bikin. Tirkiyê van kiryarên xwe di bin navê şerê li hemberî DAIŞ′ê de pêk tîne.″
Şêx Ehmed got, Tirkiyê hewl dide bi siyasetên parçekirinê, biratiya gelan têk bibe û wiha peyivî: ″Tirkiyê hewl dide bi siyasetên xwe herêmê dagir bike. Divê hemû ciwanên herêmên Şehbayê beşdarî nava refên hêzên şoreşger bibin, ji ber ku ew tekane hêz e ku azadiya gelan pêk tîne.″
Li dijî Tirkiyeyê serî hildin!
Şêxê eşîra Hidêdîn, Şêx Ehmed Ismaîl jî têkildarî mijarê da zanîn ku li hemberî kiryarên Tirkiyeyê, sebra wan bi sînor e û wiha axivî: ″Tirkiyê gelê herêmê bi darê zorê ji warên wan koçber dike. Em ê herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bikin. Divê rastî neyê berovajîkirin, şaristaniya gelê herêmên Şehbayê di dîroka wê de veşatiye.″
Şêx Hidêdîn Ehmed Ismaîl di dawiya axaftina xwe de, bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî siyasetên faşîst ên Tirkiyeyê li herêmên Şehbayê, serî hildin.″
ANHA / EFRÎN