
Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê got, “Em bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komelên Ciwan bibin.” Li aliyê din çalakiyên li bajar û navçeyan jîç dewam diin, pêr bi şev li Ranyayê ciwanan di çarçoveya kampanyayê de meşeke bi meşale bi rê ve bir.
Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar pêngava Komelên Ciwan a ‘Serî Hilde’ silav kir û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin.
Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin; “Divê hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê di vê dema dîrokî de bedşarî pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komelên Ciwan bibin. Em ê bi pêngava azadkirina Rêber Apo re welatê xwe û gelê xwe bigihînin azadiyeke misoger.”

Çalakî wê bê navber dewam bikin
Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer ên Ciwan ragihandin ku wê çalakiyên wan ên ji vê şûn ve li ser bingeha pêngava ‘Serî Hilde’, bên bipêşxistin.
Daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Ji niha û bi şûn ve em ê hemû çalakiyên xwe li ser bingeha azadiya Rêbertiyê li dar bixin. Em ê sereqet çalak bin û meydana Başûrê Kurdistanê veguherînin meydana serhildanê.”
Beriya bi çend rojan, Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bi dirûşma "Doh zû, sibe dereng, îro dema we ye" dest bi pêngava ‘Serî Hilde’ kir. Komelên Ciwan ragihandibû ku wan ev pêngav daye destpêkirin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû hewldanên dagirkeriyê yên li dijî çar parçeyên Kurdistanê.
Ji bo Başûrê Kurdistanê jî hatibû gotin, çalakî wê bi armanca derxistina hêzên dagirker ên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, bên lidarxistin.
Ciwanan li Ranya tecrîd şermezar kir
Li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê ciwanan bi meşeke maşaleyî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Li navçeya Ranya pêr bi şerv Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşma, 'Li dijî faşîzma dewleta Tirk serî hilde, li dijî dagirkerî û çewisandinê serî hilde' û 'Ji bo azadiya Rêber Apo serî hilde' li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan meşeke maşaleyî li dar xist. Meşê li Bîrdariya Raperînê dest pê kir û heta bajarokê Çiwarqurne dewam kir.
Li Çiwarqurne endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Sara Ranya daxuyaniya hevbeş a Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Mafê serdanê û hevdîtinê yên hemû girtiyan heye û mafekî rewa yê girtiyan e. Lê, mixabin, dewleta Tirk a faşîst hemû maf li Rêber Apo girtine. Ev yek jî komployeke din e li ser Rêber Apo.
Ev çalakiya Komela Ciwan û Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyayeke berfireh ji bo azadiya Rêber Apo a bi navê 'Serî hilde' de pêk hat. Ji ber vê çi dibe bila bibe, em ê heta azadiya Rêber Apo her cihî bikin cihê têkoşînê."
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN