Karmendê bi navê Arayiş Yildirim ku li serwîsê dinerî, diyar kir ku bê sîgorta dixebite û her tim rastî neheqiyan tê. Yildirim, anî ziman ku li gel bi Kurdî xizmetê didan welatiyan jî axaftina Kurdî ya navxweyî qedexe bû.
Li Tirkiyeyê yekem car di 8'ê Îlona 2011'an de li Îzmîrê "Serwîza Kurdî ya hêjmarên nayên zanîn" hate vekirin. Lê serwîs piştî demekê ku ji bo kesên bi tirkî nizanin di 1'ê gulanê de hate girtin. Şîrketa ku bi gelek zimanan xizmetê dide, piştî demekê bi Kurdî xizmet da, hate betalkirin. Personelê bi navê Arayiş Yildirim ku li serwîsê dinerî, diyar kir ku bê sîgorta dixebite û her tim rastî neheqiyan tê. Yildirim, anî ziman ku li gel bi Kurdî xizmetê didan welatiyan jî axaftina Kurdî ya navxweyî qedexe bû. Yildirim, anî ziman ku hem bê sîgorta dixwebite û hem jî bi pereyê herî kêm dixebite.
Yildirim, anî ziman ku 8 mehan di serwîsê de xebitî û di vê demê de her tim rastî neheqiyan dihat. Yildirim bilêv kir ku meaşê heri kêm girt û bê sîgorta xebitî. Yildirim, da zanîn ku ji ber wan qîmed dida Kurdî ev daxwaza şîrketê qebûl kir, lê piştî dest bi xebata serwîsê kir rastî neheqiyan hat û wiha got: "Ji ber ku em bi hevalên xwe re bi Kurdî diaxivîn em wekî "Cudakaran" dihatin dîtin. Ji ber ku ez bi Kurdî diaxivîm rastî bertek û neheqiyan hatim. Ji min re digotin 'em tirkin, li Komara Tirkiyeyê dijîn ziman tirkî ye.' Li dijî Kurdî bê tehamuliyek mezin hebû."
Xwediyê Şîrketa Mega Telekomê jî bersîva nivîskî da û anî ziman ku wan tu kes bê sîgorta nexibatandine û îdîa red kir.

ÎZMÎR