Di vêpêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de mînakê bêtehemuliya polîsan a li dijî zimanê Kurd dîsa di rojevê de ye. Koma Muzîka Sê Bira brê li Bagcilarê li kolanê komeke ku muzîka Kurdî dikirin rastî êrîşa faşîzan hatin. Ji alî polîsan ve hatin binçavkirin. Vê carê jî li Taksîmê rastî astengiya polîsan hatin.


'Emê we ji holê rabikin'

Koma ku li Odakuleya Taksîmê muzîka Kurdî dike û elqeyeke mezin dibîne   rastî astengiya polîsan hat û kesê bi navê Murat yê ku kom guhdarî dikir binçav kirin. Piştre bi dehan carî rastî zextên polîsan hatin. Solîstê komê Erkan Benlî wiha got: “Me stranê xwe digotin. 6 polîsên sivîl, di nava guhdarvanan de nêzî me bûn.  Xwestin em muzîkê rawestînin. Me pirs kir ka çi bûye. gotin ji navenda giştî talimat hatiye muzîka bi vî terzî nekare bê dayîn. Em bi zorê rakirin û heldan kelepçê li destê me din. Du polîs bi tesaduf em dîtîn û ketin navberê. Polîsan em berdan.  Piştre vegeriyan gotin ‘ we reklama xwe baş kir, emê we ji holê rabikin.’ Em Kurdin, emê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Emê dubare bikin, emê dîsa lê bidin.”

ANF/STENBOL