Di encama vê de hem civakên dînî û etnîk ên weke Êzîdî, Cihû, Xiristiyan, Asûrî, Suryanî bi tehlûkeya nemanê re rûbirû dimînin, hem jî mekanên wan ên jiyanê tevî mîrateya xwe ya civakî, çandî û dîrokî tine dibin.
Şaredariya Bexdayê şemiya bihurî biryar da ku mala Sassoon Eskell xera bike ku yekemîn wezîrê Iraqê yê Maliyeyê bû. Sassoon Eskell ji malbateke arîstokratên Cihû yên Bexdayê bû û sala 1860 li Bexdayê ji dayik bûbû. Ew weke “bavê” paremanteriyê li Iraqê tê qebûlkirin û heta dawiya jiyana xwe jî endamê daimî yê parlemana Iraqê bû. Sasson Eskell sala 1932´yan jiyana xwe ji dest dabû. Bi xerakirina mala wî ku yek ji mîrateyên civaka Cihû ya li Bexdayê ye, wê nîşaneke din a vê civakê li paytexta Iraq tine bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN