Li herêma Şedadê şagirtan piştî çend salan bawernameyên xwe wergirtin.

Piştî çend salan şagirtên herêma Şedadê bawernameyên werza yekemîn a dibistanan wergirtin.

Navenda Perwerdê ya herêma Şedadê bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan  û Yekîtiya Mamosteyan bawernameyên werza yekemîn a xwendinê li şagirtên dibistanên seretayî yên herêma Şedadê belav kirin. Bawername bi şahiyekê li şagirtan hat belavkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku piştî çeteyên DAIŞ`ê herêma Şedadê dagir kir zarok ji perwerdeyê bêpar mabûn. Bi azadkirina herêma Şedadê ji aliyê QSD`ê ve jiyanek nû li wê herêmê hat sazkirin. Şagirtên Şedadê jî dest bi perwerdeya xwe kirin û îsal yekemîn care ku piştî çend salan bawernameyên xwe wergirtin.

 Endamê Yekîtiya Mamosteyan Ela Mexlef serkeftin ji şagirtan re xwest û da zanîn ku ji bo pêşxistina perwerdê li herêmê wê xebatên xwe dewam bikin. 


ANHA / HESEKÊ