Bextê Kurdan yê li nav zevî û bexçeyekî li bajarên Tirkiyeyê her çendî reş be jî Kurd ji neçariyê her sal xwe li van cihan digirin. Nexasim jî jinên Kurd. Gelek ji wan ji zaroktiya xwe ve weke karkerên demsalî li van cihan bi buhayekî erzan di bin zor û zehmetiyan de emrê xwe dibelqitînin.

Heta hin ji wan bi vê xebatê re dibin xwedî mal û kuflet. Weke ku di vî wêneyî de jî dixuye Zekiye Dinç a ji Amedê tevî zarên xwe berê xwe daye Aydinê da ku bixebite. Ew ji zaroktiya xwe ve mecbûr maya ku vî karî bike. Zekiye berî roj hilavêje radibe û rêya zeviyan dide ber xwe. Lê belê ew ne tenê li zeviyan dixebite. Her wiha ew mecbûr li zarokên xwe jî mêze bike. Û ew dibêje:”Di nav zeviyan de em bi zarokên xwe re perîşan dibin û kesek vê keda me nabîne.”

 

JINEWS/AYDIN