Di wêjeya klasîk de, ji berhem û helbestên li ser pênase, cure û zewqên xwarinan hatine nivîsandin, “simatiyye” bi navekî dîtir “simatname” tê gotin. Di Wêjeya Klasîk a Kurdî de tekane simatiyyeya hatiye nivîsandin “Fî Beyanî’l Et’îme we Mezaqîh” (Beyana Xwarinan û Zewqên Wan) a Şêx Muhyedînê Hênî ye. Hênî, simatiyyeya xwe di sedsala 19’an de nivîsandiye. Ji xeynî vê Abdurrahman Adak, di gotara xwe ya bi ser navê “Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê” de ku di hejmara 3’yan a Nûbihar Akademi’yê de hatiye weşandin, salix dide ku Şêx Evdirehmanê Axtepî û birayê wî Şêx Mihemed Can jî bi terhê simatiyyeyê çend helbest nivîsandine.

Hênî, simatiyyeya xwe “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” bi şêweyekî mesrûr, tekrîr, hezel, teşbîh hwd. nivîsandiye. Ev berhema navbirî, li gorî berhemên klasîk ên beriya xwe mijareke serbixwe û nû ye û di heman demê de wesîqeyeke antropolojîk e.

“Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” ku tê de behsa zêdetirî sed cureyên xwarinan, pênase û zewqên wan tê kirin, berhemeke menzûm e û bi beytan hatiye nivîsandin. Bi terhê mesnewiyê hatiye nivîsandin û ji 186 beytan pêk tê. Di berhemê de 25 jê bi Tirkî bi giştî 133 navên xwarinan hene. Her wiha di berhemê de 9 beyt jî bi Tirkî hatine nivîsandin.

Di “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” de pênase û cureyên xwarinan di 20 koman de hatine sinifandin; nan, şorbe, boreg, dolme, xwarinên bi giya û pincaran, xwarinên bi zerzewatan, xwarinên bi goşt, xwarinên bi bulxurê hatine çêkirin; kebab, kofte, seqetat, tirşî, xoşav, şîrînayî, helaw, şîraniyên hevîrî…

Mehîra buharê ji mastê miyan

Xwuş e pûngê têkê ji ber kehniyan 

Ev ekmek balixî li min bû bela

Xwuş e mastê kundir werîne Mela

 

 MA/AMED