
Besra Boztaş, anî ziman ku li gel vê neheqiya li wê hate kirin, niha jî birayê wê ji Amedê sirgûnî Amasyayê hate kirin. Boztaş, bilêv kir ku birayê wê ji ber zilma dewletê bi salan li Îzmîrê ma û 10 sal şûnde vegeriya Amedê û li Amadê hate girtin. Boztaş, derbirî ku birayê wê bi giranî nexweş e û divê di bin kontrolê de bê dermankirin. Boztaş, bilêv kir ku birayê wê bi nexweşiya astim û felcê ye. Ji ber vê yekê divê li derve bê dermankirin. Boztaş, da zanîn ku birayê wê di 2'yê mijdarê de ji tîpa D ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê hate kirin. Boztaş, destnişan kir ku rêveberiya Girtîgeha Amedê derbarê sewqkirinê de tu agahî nedaye wan û bi telefona birayê xwe ji rewşê agahdar bûye.
'Hûn bi xêr hatin dojehê'
Ligel Veysı Boztaş, Çayan Nergîz jî di heman rojê de ji Gitigeha Tîpa D a Amedê sewqî Tîpa E ya Amasyayê hate kirin. Çayan Nergîz jî ligel Veysî Boztaş hate girtin û 2 sal û 2 mehin girtî ye. Bavê Çayan Nergîz, Abdulvahap Nergîz jî diyar kir ku kurê wî piştî hate sewqkirin rojek şûnde li wî geriya û got "Piştî em çûn zindana Amasyayê em rastî îşkenceyê hatin." Nergîz, bilev kir ku kurê wî li wî geriya û dema kurê wî bi telefonê diaxivî gardiyan hatin ber telefonê û lowma kurê wî nikaribû li ser telefonê biaxive. Lê di carekê de axivî û da zanîn ku serê wan, lingê wan û parusyên wî şikandine." Bavê Çayan, Abdulvahap Nergîz diyar kir ku berpisryarên Girtîgeha Amasyayê bi 7 girtiyên PKK'ê re axiviye û ji wan re gotiye "Hûn bi xêr hatin dojehe" Li vê jiyaneke nû ji were emê bidin destpêkirin û hûn êdî nikarin razên jî." Nergîz, bilêv kir ku ji jiyana zarokên xwe bi gûmanin û hemû malbat dê xwedî li zarokên xwe derkevin.
"Dê gel bertek nîşan bide"
Li ser serlêdanên malbatan ÎHD jî kete nava hewldanê û li ser buyerê rapor nivisî. Serokê ÎHD'ya şaxa Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ev yek politikaya Dewletê ya nû ye û wiha got, "Buyerên bi vî rengî her ku diçe zêde dibe û dema ku em li Wezîrê Edaletê an jî berpirsyarên girtigehan re namyan dinivîsin tû bersiv û encam dernakeve. Ev yek politikayeke talukeye." Bîlîcî, destnîşankir ku li hemberî vê nêzikatîyê ger bertekên gel zêde be ku hewldan û bernameyên dewletê ya xetere ji holê rabibe.
AMED