
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Paytexta Fransa Parîsê, li ser Konferansa Cenevre-2, helwesta Kurdan û hêzên navnetewî ya li hemberî Kurdan civîneke çapemeniyê li dar xist. Muslim, li ser rewşa dawî û helwesta Kurdan bersiva pirsên rojnamevanan jî da.
Salih Muslim, diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê, raperîna bi Serhildana Qamîşlo ya di sala 2004’an de destpê kir, di 19’ê Tîrmeha 2012 de veguherî şoreşê û wiha dewam kir: “Armanca me ewe ku em li Rojava sîstemekî demokratîk ava bikin û gelê Kurd di nava vê pergalê de tevger bikin.”
Muslim, bi bîr xist ku bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Şoreşa Rojava ji her alî de çeteyan êrîş pêk anîne û gelê Rojava jî ji bo parastina xwe şerekî berfireh ê parastinê birêve biriye. Salih Muslim, ragehand ku li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya xweparastinê de pêkhateyên herêmê li ber xwe dane û di encamê de, bi beşdarbûna Ereb, Kurd, Aûsr, Ermen û hemû pêkhateyan, rêveberiya xweser a herêmê hatiye damezirandin.
‘Kurdan li derve dihêlin’
Salih Muslim, diyar kir ku projeya wan a rêveberiya xweser, ji to tevaya Sûriyeyê dikare bibe modeleke demokratîk û li rojava îro ev pergal gehiştiye qonaxekî nû û got: “Li gel van pêşketin û geşedanên li Rojava jî, hinek hêzên rojava, bi çavê Tirkiyê nêzî Kurdan dibin û naxwazin me bibînin. Eger tenê opozîsyona Sûriyeyê bibin Cenevre, wê ew nekaribin gelê Kurd temsîl bikin.”
Salih Muslim, diyar kir ku wan li gel rayedarên DYA’yî û Rûs hevdîtin pêk anîne û ji bo wan gotine ku pêwîste li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Têkildarî Cenevreyê Muslim wiha dewam kir: “Komîteya ji welatên sereke yên cîhanê pêk tê ku konferansa Cenevre organîze dike, vê gavê Kurdan li derveyî civînê dihêle. Eger ev helwest berdewam bike, wê ji Konferansa Cenevre-2 ti encam dernekevin û ewê ne gihije serkeftinê.”
PARÎS