Rusyayê heyeta Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi awayekî fermî dawetî Moskovayê kir. Di vexwandina fermi ya li ser navê Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Kontona Kobanê Enwer Muslim û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û nûnerê PYD’ê Xalit Îsa hatin dawet kirin. 

Ji ber pirsgirêkên teknîkî Asya Abdullah û Enwer Muslim negihiştin beşdarî hevdîtina tê payin îro bê lidarxistin nabin û hatiye plankirin ku tevlî devîtinên dema pêş bibin. 

Beyî îradeya Kurdan bi ser nakevin 

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Fransayê Xalid Îsa ku li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çû Moskowayê destnîşan kir beyî îradeya Kurdan hewldanên çareriya pirsgirêkên Sûriyeyê bi ser nakevin. 

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Fransayê Xalid Îsa beriya hevdîtinê ji ANF’ê re axivî.

Îsa diyar kir, tevî wî Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî hatine vexwendin, lê belê ji ber ku vexwendîname bi derengî gihîştine ber destê Abdullah û Muslim û ji ber hin kêmasiyên karên fermî nekarîne bê, lê wê di civînên ji niha û pê ve de cih bigirin.

Projeya me eşkere ye

Îsa diyar kir, ew ê di hevdîtinê de tevî Nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Abdulselam Alî rêveberiya Rojava temsîl bikin û got: “Projeya me eşkere ye. Di civînên Astana yên beriya niha de û li platformên cuda me projeya xwe ji hêzên pêwendîdar û raya giştî re eşkere kir. Em ê projeya xwe di vê hevdîtinê de jî eşkere bikin.”

‘Em hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsil dikin‘

Îsa bal kişand ser civîna dawî ya li Astanayê û anî ziman, hin kom û kes hatin vexwendin, lê belê hêza herî rêxistinbûyî ew in û nehatine vexwendin. Îsal diyar kir, ew ne tenê Kurdan, di heman demê de hemû pêkhateyên etnîkî, mezhebî, olî û çandî yên Sûriyeyê temsîl dikin û got: “Danûstandineke bêyî me bi ser nakeve.”

Civîna navbera serçeteyan û rejîmê bû

Îsa civîna li Astanayê nirxand û ji bo vê yekê wiha peyivî: ”Ev civîn civîna navbera serçeteyan û rejîmê bû. Yanî li Astanayê mûxalefeta demokratîk tine bû. Lewma Astana ji xwe bi ser neket.”

Xalid Îsa da xuyakirin, dewleta Tirk serkêşê çeteyan e û axaftina xwe wiha dewam kir: “Weke lîder û serkêşê çeteyan, hikûmeta Erdogan tevlî vê civînê bû. Nûnerên rejîmê tevlî bû. Em ne li cem desthilatdariyê ne, ne jî li cem çeteyan e. Em mûxalefeta demokratîk temsîl dikin. Ji ber vê yekê nexwestin em li Astanayê hebin.”

‘Divê Rûsya ber erka xwe rabe‘

Îsa got, “Em amade ne bi her kesên dixwazin aştî bê Sûriyeyê û Sûriye demokratîk bibe, hevdîtinê bikin û bi hev re tevbigerin.” Îsa destnîşan kir, ku Rûsya yek ji pênc endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ye, lewma divê ji bo aştiya li Sûriyeyê bi erka xwe rabe.

‘Li dij dagirkariya dewleta Tirk bang’

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Fransayê Xalid Îsa diyar kir, ji bo Sûriyeyeke aştiyane û demokratîk, divê her kes li dijî dagirkeriya Tirk têbikoşe û bi taybetî bang li Kurdan kir ku li dijî faşîzm û dagirkeriya AKP’ê têbikoşin. Îsa her wiha ji hêzên navneteweyî jî xwest, li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Sûriyeyê rabin. 


 ANF / MOSKOWA