Komîteya Tendirustiyê ya KCK’ê derbarê şewba vîrusa koronayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
Wekî ku tê zanîn şewba vîrusa koronayê li tevahiya dinyayê belav bûye û ji bo mirovayetiyê bûye tehlûkeyeke mezin. Li hemberî vê şewbê pergala kapîtalîst bêçare maye û ketiye nav krîzeke siyasî, ekonomîk û civakî. Mirovayetî û civak bêyî parastin mane û pergalên tendirustiyê yên xwe dispêrin sermaye û karê jî dibin sedema krîz û panîkê. Ji ber nexweşiyê li hemberî vê hilweşandina pergalê, mirovayetî û gel wê xwe bi parastin û lêgerîna pergaleke nû vê krîzê derbas bikin. Kapîtalîzm di demên dawîn de bi polîtîkayên xwe ji aliyekî ve ekosîstemê û şertên jiyan û xebatê ditengijîne û ji aliyê din jî xizmetên tendirustiyê dikin meta. Di heman demê de ji ber bikaranîna teknolojiya zêde û pisporiya zêde, pergala tendirustiyê ketiye rewşeke kompleks. Bi vê rewşê re civak bêyî agahî û zanîn maye û daxwaza ji bo xizmeta tendirustiyê gur û geş dibe. Tendirustî di salên dawîn de bûye têkiliyeke musrîfiyetê û qadeke helberînê ya ji bo ya kara wê zêde. Bi xizmetên tendirustiyê yên bûne meta, bedena mirovan bûne tiştekî bikaranînê û hevkariyê li pêvajoya komkirina sermayeyê dike. Xizmetên tendirustiyê di warê çendanî û çawaniyê de bûye metayeke ku li gorî dahata mirovan dikare sûd jê were wergirtin. Kesên dewlemend û xwedî karên pispor xizmetên tendirustiyê yên ku bûne sektoreke mezin a li ser karê, li gorî dilê xwe bi kar tînin.
Ekosîstemeke xurt divê
Ji bo ku mirov li ser xwe be divê xwedî ekosîstemeke xurt be. Heta teşeya jiyan û zêhniyetê neyê guherandin a ku her dem nexweşiyan diafirîne, her dem tendirustiya mirovan xerab dike, wê civakeke li ser xwe jî ava nebe. Tiştekî jêneger e ku divê ji civaka nexweş mirov ber bi civakeke li ser xwe ve here. Divê ji civaka zêde bajarîbûyî ber bi civaka ekolojîk û ji civaka otorîter û totalîter ber bi civaka azad, wekehev û ekolojîk ve pêk were. Ji bo mirov li ser xwe be, divê xwedî ekosîstemeke li ser xwe be. Berevajî vî tiştî mirov nikare qala lihevkirina civak û xwezayê bike. Heta ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze wekî feraseteke jiyanê teşe negire ango heta ku civak ne exlaqî û polîtîk be, wê ev kêşe her dem di rojeva me de bin.
Wekî ku tê zanîn vîrusa koronayê destpêkê li Çînê û piştre li gelek deverên cîhanê belav bû, ji ber vê vîrusê bi hezaran mirov mirine. Ev şewb hê jî didome û rê li ber şewba global (pandemî) vedike. Xweparastin û parastina civakê wekî berpirsyariyeke mirovî li pêş me ye. Li hemberî vê vîrusa ku bûye krîza cîhanê, rêxistina tendirustiyê ya cîhanê jî bêçare maye. Ji ber vê jî ji bo xweparastinê pêdivî heye. Civak divê li hemberî vê şewbê nekeve panîkê û di nav sikunetê de derbarê tendirustiyê hin tevdîran werbigire. Ji bo ku em xwe ji vîrusa coronayê biparêzin, em Komîteya Tendirustiyê ya KCK’ê me xwest em bi çend xalan gelê xwe agahdar bikin. Bi bihîstyarî mirov nêzî vê meseleyê bibe, em bawer in wê ev krîz biqede.
Hin tevdîrên divê bêne stendin
Ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê divê mirov çi bike?
- Divê mirov ji derên qelebalix dûr bisekine.
- Di dema silavdanê de divê mirov neçin rûyê hev û hev hembêz nekin.
- Ji bo ku vîrus nekeve qirika mirovan divê 15 deqîqeyan carekê avê vexwe, bi vî awayî vîrus wê xwe bera mîde bide û di nav asîta mîde de bimire.
- Beriya her tiştî divê mirov li paqijiya bedena xwe miqate be û qadên jiyanê yên hevpar paqij be.
- Bi qasî 30 saniyeyan divê bi sabûnê dest were şuştin. Beriya xwarinê û piştî wê, beriya çûna daşirê û piştre jî divê dest bi sabûnê were şuştin.
- Divê mirov destê xwe nebe çav, poz û devê xwe.
- Divê mirov ji malê dernekeve. Heke pêdiviyeke lezgîn hebe jî divê maske û lepik werin bikaranîn.
Xwarin û vexwarinên ku pergala parastinê ya bedena mirovan xurt dikin ev in
- Şîr, penîr, mast, hêk, masî û kezeb
- Îsot, silqok, gulkelem, kelem, gêzer, lehane, lîmon, pirteqal, kîwî û sêv (Divê baş were şuştin)
- Behîv û gûz jî baş in.
Heke bêyî panîk ev tevdîr were stendin wê ev krîz were derbaskirin.
ANF/BEHDÎNAN