Têkildarî destûra nû ya Sûriyê ku tê amadekirin, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer axivî û ji destpêkê ve anî ziman ku wê komîteya destûrê mîna komîteyên berê bê encam be û got: “ Dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê temenê aloziya Sûriyê dirêj bike ji ber ku hêzên navdewletî û herêmî negihaştin lihevkirinan. Kurdan û Rêveberiya Xweser a nûneriya pêkhateyên herêmê hemûyan dike zêdetirî ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê ji terorê rizgar kiriye.”

Umer diyar kir ku avakirina vê komîteyê tenê bi armanca qezenckirina demê hatiye avakirin û careke din anî ziman ku ew ê destûreke wan li derve dihêle nas nekin.

Dewleta Tirk Rêveberiya Xweser veto dike

Umer qala naveroka hevdîtinên xwe yên bi şandeyan re jî kir û got, “Me û şandeyên serdana vir kirine çi şandeyên emerîkî yan jî brîtanî yan jî fransî yan jî almanî me eşkere ji wan re gotiye çareseriya aloziya Sûriyê bê tevlikirina me ne pêkan e. “

Her wiha Umer balkişand ser sedama dûrxistina wan ji prosesa siyasî û komîteya destûrî û piştî ku ev yek weke encama vetoya dewleta Tirk destnîşan kir, got; “Bi vê rêbazê alozî çareser nabe. Her destûrek nêrîna tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê de tune be wê kêm bimîne.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ew bi diyaloga sûrî-sûrî û çareseriya aştiyane ya aloziyê re ne.

 

ANHA / EYN ÎSA