MÎNA ROJ / ANF/STENBOL

Pirtûka çîrokan a bi navê Hespê Şeytên ya Kadîr Stêra par ji Weşanxaneya Aryenê derçûbû. Pirtûk ji 7 çîrokan pêk tê û lêhengên çîrokan jî zarokên Kurd in. Stêra carna behsa xeyalên zarokan dike, xeyalên mezin û biçûk. Xeyala li ber ronkahiya heyvê xwarina meqernayeke.

Stêra ji ber xebata xwe ya Kurditiyê du caran ji zanîngehê tê dûrxistin. Wî di van çaxan de keysa xwe li nivîsandinê aniye û berhema “Hespê Şeytên” welidiye.    

Stêra dibêje, ew xwe deyndarê Kurdî hîs dike ji ber hingî êriş li ser Kurdî hene û wiha dipeyive: “Ji bo ku bersivê bidim lêgerîna xwederbirîna bi Kurdî min ev pirtûk nivîsî. Ez vê mîna gavekê dibînim li dijî qirrkirina li ser Kurdî, mîna xwedîderketina li Kurdî û ji bo geşkirina wê. Biya min ji bo hemû kesên ku bi Kurdî dinivisin ya herî girîng ev e. Ji ber ku mirov bi zimên û wêjeya zimên dikare qirrkirina ser çandê pûç bike. Îro piraniya nivîskarên Kurd bi vê hişmendiyê tevdigerin. Ev helwesteke pîroz û watedar e.’’

Xeyalên paqij û saf

Kadîr Stêra bi xwe jî salên 90’î zarok bû û şahidiya gelek tiştan kiriye. Wî bi çîrokên xwe xwestiye cihana zarokên salên 90’î resim bike, darîçav bike. Bo vê yekê Stêra dibêje: “Xeyalên wan paqij in. Di wê çîrokê de ya bi navê Gelo Heyv Kete Erdê, di metafora heyv û meqernayê de xeyalên xwarinê hene. Di pirtûka min de zarokin li bendê ne ku heyv were xwarê. Hin zarok hene ji bo ku bi Tirkî nizanin kêm têne dîtin. Ji bo lehengên xwe lêgerokên hêviyê dibêjim. Gelek xwendekaran got, wan zaroktiya xwe di pirtûkê de dîtiye.’’