Yek ji damezrênerên Partiya Çep a Elman Grgegor Gysî diyar kir ku Tirkiye bi agahiyên ji Încîrlîkê digire, bombeyan li Kurdan dibarîne û xwest, hemû leşkerên Elman ên li Tirkiyeyê wezîfedar, bên vekişandin. 

Gysî bi bîr xist ku artêşa Elman a li Tirkiyeyê, agahiyên ji meydana hewayî ya Sûriyeyê bi dest dixe, ji NATO’yê re radigihîne û got, “Artêşa Tirk jî van agahiyan bi kar tîne û bombeyan li ser Kurdan dibarîne.”

Gysî der barê mijarê de vîdeoyek li ser malpera xwe ya Facebookê weşand û rexneyên tund li polîtîkaya Elmanyayê ya Tirkiye û Kurdan kir.

‘Elmanya alîkariyê dide komkujiyên li dijî Kurdan’

Ev dîmenê hanê di demeke kurt de ji aliyê nîv mîlyon kesî ve hat temaşekirin. Di dîmen de Gysî got, “Artêşa Elman a li Tirkiyeyê wezîfedar e, bi çek û alavên xwe yên leşkerî, qada hewayî ya Sûriyeyê dişopîne û agahiyên bi dest dixe dişîne ji NATO’yê re. Ev agahî ji aliyê DYE, welatên din ên NATO’yê û di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn.”

Gysî destnîşan kir, ku Tirkiye bi rêya van agahiyan bombeyan li Kurdên li Sûriyeyê dibarîne û wiha dewam kir: “Lê belê heman Kurd ji bejahî li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Eger rewş bi vî rengî ye, wê demê Tirkiye bi dayîna berê çekên xwe li Kurdan, di heman demê de sîlehê li DYE´yê dikişîne. Lê di her şert û mercî de leşkerên me bi rengekî neyekser dibin alîkarê kuştina Kurdan.” Gysî pê re banga vekişandina eskerên Elman ji Tirkiyeyê kir.

Gabriel: Bila DYE bikeve dewrê

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabriel ê ku pêr li DYE´yê hevdîtinên fermî dikirin, gotibû, eger ji ber krîza Încîrlîkê vekişîn ji Tirkiyeyê çêbe, wê ev yek ne tenê ji bo leşkerên li Încîrlîkê wezîfedar be.

Gabriel di dema serdana DYE´yê de ku bi hempîşeyê xwe Rex Tillerson re rûnişt, ji bo destûra serdana leşkerên Elman ên li Încîrlîkê, xwest DYE bikeve dewrê. Gabriel di heman daxuyaniya xwe de got, Tirkiye şertê ku Elmanya qanûnên xwe yên mafê penaberiyê biguherîne dide ber wan û ev yek weke şantajê bi nav kir.  


 BERLÎN