Eyaleta Elmanyayê Hessenê, da zanîn ku wê hevkariya xwe ya di warê dersa Îslamê ya li dibistanan de bi Yekîtiya Tirk-Îslam a Karên Diyanetê (DÎTÎB) re ji sala bê ya perwerdeyê û pê ve rawestandiye. Wezîrê çandê yê eyaletê Alexander Lorz bi daxuyaniyekê ev da zanîn û weke sedem jî got, gumanên wan hebûn ku DÎTÎB ji hikûmeta Tirk ne serbixwe ye û ev gumanên wan ji ber ku dewam dikin, wan hevkarî sekinandiye. Wî da zanîn ku li eyaletê li şûna vê hevkariyê ew ê projeya dibistana Îslamê biceribînin. Wezîr Lorz got, wan di dema biryardanê de bi dîqet li belgeyên DÎTÎB’ê nihêriye û bi pisporan jî şêwirîne. Wezîr got, kanalên bihevrepeyivînê bi DÎTÎB’ê re wê vekirîbin, lê çawa ku hiqûqzanê destûra bingehîn Josef Isensee di rapora xwe de dibêje jî zehmet e ku hikûmeta Tirk bihêle ku DÎTÎB serbixwe be. Di vê raporê de DÎTÎB Hessen di çarçoveya zincîreke ferman û talîmatan de di rêza dawî de ye û ser bi Serokatiya Diyanetê ya dewleta Tirk ve ye ku serokkomarê wê tesîrê lê dike û serxwebûna wê ya sazûmanî nîne. Axir bi vê biryarê wê li 56 dibistanên destpêkê û 12 dibsitanên navîn û amadeyî dersên bi hevkariya DÎTÎB’ê hew bên dayîn. Jixwe li Elmanyayê beriya niha jî li ser serxwebûna DÎTÎB’ê gelek minaqeşe dihatin kirin. Awusturyayê bixwe par hevkariya bi vê rêxistinê re bi carekê sekinand. Meqamên Elman sala 2017’an didan zanîn ku herî kêm 19 îmamên DÎTÎB’ê sîxuriya dewleta Tirk dikin li Elmanyayê. Hê di dema lêpirsînê de ev dewleta Tirk ev îmamên xwe ji Elmanyayê vekişandin. Beriya wê bi salekê rayedarên dewleta Tirk behsa qederê 6 hezar sîxurên MÎT’a Tirk li Elmanyayê dikir. Axir mirov dikare bibêje, bi biryara Hessenê re wê hevkariya bi MÎT’a Tirk re ya li dibistanên Hessenê jî bi dawî bibe. NAVENDA NÛÇEYAN