Partiya Hevderdî ya Efxanistanê destxweşiya şervanên Kurd kir, silavek da gelê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê şermezar kir.
Seroka Partiyê Selay Ghaffar silav li qehremanên Rojavayê Kurdistanê kir û faşîzma Erdogan û dewleta Tirk a ku wê weke “DAIŞ-perwer” bi nav kir, mehkûm kir.
Wê got, ew jî tebayê pişgiriya seranserê dinayayê ne û pişta berxwedanê û azadîxwazên li Rojavayê Kurdistanê digirin.
Wê êrişa dewleta tirk a 9´ê Cotmehê destpêkirî weke êrişeke kaniya xwînê û mirovkujiyê bi nav kir.
Wê bi bîr xist ku li seanserê dinyayê azadîxwazan dengê xwe li dijî vê bilind kiriye.
Wê got, împeryalîzma Emerîkayê bi cara hezarî îsbat kiriye ku ew dijminê miletan e û êrişa qirker a dewleta Tirk û Erdoganî jî bi destê Emerîkayê jî bûye.
Herî dawî wê got, Em bi hêvî ne, miletê Kurd wê alaya Hevrîn Xelef her hilde û tola Sara ya 7 salî û Mihemedê 12 salî hilîne.
KABÎL