Aktrîsta Artêşa Xwişkan Maya Sansa: Me xwest peyama wan jinan ku li dijî tarîtiya DAIŞ´ê têdikoşin, bidin dinyayê hemûyî. Ji ber ku me karî vê peyama hanê bidin dinyayê jî em gelekî bextewer in. Ez hêvî dikim ku miletê Kurd di dema herî nêz de bi azadiya xwe şa bibe.
MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal ji bo cara 10´an tê lidarxistin. Festîvalê îsal bi nîşandana filma Soeurs d´Armes (Artêşa xwişkan) a li ser şervanên jin ên Kurd dest pê kir. Derhênera filmê Caroline Fourest gotibû, wê xwestiye bi filmê fedakarî û qehremaniya jinên Kurd nîşan bide. Film diyarî ji sazkarên Kolektîfa Sînemayê ya Rojava Mazdek Ararat hatiye kirin. Galaya filmê li semta Hamburgê Altonayê, li hola sînemayê Zeissê çêbû. Dildarên sînemayê gelek elaqe nîşanî filmê dan. Di nava kesên hazir de derhênerê weke Fatih Akin, Onder Çakar, Ekrem Heydo, Sahim Omer Xelîfa, aktor û aktirîstên fena Nazmî Kirik, Aziz Çap Kurt, Bilal Bulut, Ahmet Irmak jî hebûn. Salona 300 kesî mişt bû.
Beriya nîşandana filma Artêşa Xwişkan, hunermenda Oksîtan a ji Fransayê Eleonore Fourniau muzîka xwe pêşkêş kir. Ahmet Koyuncu û Dîlan Çelîk jî refaqetî Eleonore Fourniauyê kir. Wê bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî stran gotin û gelekî hat ecibandin. Eleonore Fourniau bi Kurdî ji xelkê hazir re peyivî û ji wan xwest ku bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin.
Film behsa têkoşîna jinan dike
Piştî muzîka Eleonoreê, filma Artêşa Xwişkan a derhêner Caroline Fourest hat nîşandan. Film behsa komek şervanên jin dike ên ku şerê DAIŞ´ê dikin. Film li aliyekî hovîtiya DAIŞ´ê nîşan dide, li aliyê din jî behsa êş û azarên jinên Êzîdî yên revandî dike. Ew bi van re jî nîşan dide çawa jin di meydana şer de xwe bi hêz dikin û şerê vê DAIŞ´a hov dikin. Ne tenê behsa tolhildanê, lê behsa têkoşîna azadiya jinê jî dike.
Di dawiya nîşandana filmê de ji aktrîstên sereke yên filmê Maya Sansa û Roj Haco derketin ser dikê û bersiv dan pirsên temaşekeran. Maya Sansa got, hemû atrîstên di filmê de têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd xweşik nas dikir. Wê wisa dewam kir: “Me xwest peyama wan jinan ku li dijî tarîtiya DAIŞ´ê têdikoşin, bidin dinyayê hemûyî. Filmê hestên xweşik bi me re peyda kirin û bû sebeba hevaltiyên baş. Ji ber ku me karî vê peyama hanê bidin dinyayê jî em gelekî bextewer in. Ez hêvî dikim ku miletê Kurd di dema herî nêz de bi azadiya xwe şa bibe.”
Roj Haco jî got, ew di filmeke ji bo azadiya jinan de bûye aktrîst û ev yek ji bo wê cihê bexteweriyê ye.
37 film tên nîşandan
Ev galaya hanê, di heman demê de premiyera filma Artêşa Xwişkan a li Elmanyayê jî bû. Ev jî bû yek ji xisûsiyetên festîvalê. Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê wê heta 6´ê Mijdarê dewam bike û yek ji festîvalên herî dirêj û têr berhem ên li Ewrûpayê ye di warê sînemaya Kurdî de.
Di festîvalê de 37 filmên (dirêj, kurt, belgefilm) derhênerên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê tên nîşandan. Di çarçoveya festîvalê de çar panel wê bi beşdariya derhêner û hunermendan bên lidarxistin. Film wê li holên Studio Kino û Kino 3001´ê bên nîşandan. Îro jî ji ber ku Roja Kobanê ya Dinyayê ye, filmên tên nîşandan li ser mijara Rojava ne.