PKK’ê xwest tehlûkeya vîrusa koronayê neyê paşguhkirin û neyê jibîrkirin ku ji bo tevahiya mirovahiyê tehlûke ye. PKKê tevî vê xwest Newroz bi awayekî gundaw were pîrozkirin; yekîtî û rêxistinî were xurtkirin.

Komîteya Rêveber a PKKê bi munasebeta Newrozê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de qala awayê pîrozbahiyan û tehlûkeya koronayê hat kirin.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê ya li ser Newrozê wiha ye:

''Em gelê Kurd û gelên herêmê di serdema Newrozeke nû de ne. Li gel pirsgirêkên giran û astengiyên cidî jî, li her qadê agirê Newrozê pêdikeve û cejna herî dêrîn a azadiyê ya dîrokê Newroz tê pîrozkirin. Bi hêviyeke mezin bihareke nû û saleke nû ya Newrozê tê pêşwazîkirin. Roja yekîtî, berxwedan û azadiyê Newroz, ji hêla gelê me û hêzên demokratîk ve li gorî maneya wê ya dîrokî pêk tê. Ango di sala Newrozê de tê fêhmkirin li dijî her zilmê, berxwedana azadiyê bi giyanê Newrozê bi rengekî hê xurt û serketî wê geş bibe.

Em ê xurttir têbikoşin

Di serî de ya Rêber Apo, Newroza hevrêyan, hêzên me yên gerîla, ya jinan, gelê me yê welatparêz, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk pîroz dikin, di sala nû ya Newrozê de, di têkoşîna azadiyê de serkeftina mezin ji wan re dixwazin. Di serî de Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, şehîdên me yên mezin ên Newrozê di şexsê hevrê Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî, Sema, Sînan, Navdar û Serhed de, hemû şehîdên me yên leheng ku bi Hakî Karer dest pê kirî û heta bi Têkoşîn Amanos hatî, bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, em soz didin ku armanca wan bi ser bixin û bîranîna wan pêk bînin. Em tevger û gel diyar dikin di sala nû Newrozê de di xeta Rêbertî û şehîdan de, em ê bi rengekî hê xurt şer bikin û serkeftinên mezin li pey xwe bihêlin.

Çawa ku beriya bi hezaran salan Medan hemû çewisandî kiribin yek û zilma Dehaq hilweşandibin îro jî, neviyên wan kurd, hemû gelan û çewisandiyan tînin cem hev, bi berxwedana xwe, Dehaqên îro têk dibin û hemû mirovahiyê ji Dehaqên rojane DAÎŞ, El Qaîde û faşîzma AKP-MHP'ê xilas dikin.

Yekîtî û rêxistiniya xwe xurt bikin

Pir aşkere ye, li gel erdhej, şape, aşît, bobelatên mîna virûsa koronayê jî, êrişên faşîst-qirker kêm nebûne, qels nebûne. Bi ser de rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê ji rûdanên navborî sûdê werdigire û êriş û komkujiyên xwe girantir dike. Heke em bala xwe bidinê, pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê hê bêhtir tê girankirin, serlêdanên parêzer û malbatan a ji bo ku rewşa dawî ya li Imraliyê hîn bibin jî têne redkirin. Gelek dewletan ji ber vîrûsa koronayê zindan vala kirine lê faşîzma AKP-MHP'ê ji zindanên ku tije kirine yek kesî jî bernade. Zexta faşîst û teror tiştekî ji xwe kêm nake, êrîşên qirkeriya dagirker li ser parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê didomîne. Careke dî bi rengekî berbiçav derketiye holê, heta ku bi berxwedana şoreşger  hişmendî û siyaseta faşîst-qirker neyê têkbirin û faşîzma AKP-MHP'ê neyê hilweşandin, ne wê Tirkiye demokratîk bibe û ne jî Kurdistan azad bibe.

Çi kesê ku giyanê Newrozê pê re heye û ji bo vê kêferatê dike careke dî pîroz dikin, em bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikin ku bi giyanê Newrozê yekîtî û rêxistiniya xwe ya netewî xurt bikin û berxwedana azadiyê geş bikin.”

 

ANF/BEHDÎNAN