Cihê jinan di hunerê surrealîst de çi ye? Heta niha wisa dihat qebûlkirin ku hunermendên jin tenê yan weke kesa refeqetê dike yan jî weke model kariye bikeve nava wê cihana koma “Surrealîstan” a li dora André Breton çêbûyî. Helbet di nava hunerê wan hunermendên mêr de jin di fanteziya wan de xwedawend, xirabiya mê, lîstok, fetîşek yan jî afirîdeke pirr tekûz ji fîgurên sereke surrealîstan bûn.
Lê gava ku mirov ji nêz ve li meselê dinihêre dibîne ku cihê jinan di nava tevgerê de bêhtir bû ji ya ku bi giştî dihat zanîn.
Niha Hola Huner SCHIRN li Frankfurtê serê xwe bi meseleyê diêşîne. Bi ser navê “Jinên fantastîk” bi pêşangehekê wê ji Meret Oppenheim heta bi Frida Kahlo berhemên hunermendên jin ên surrealîst nîşan bide. Pêşangeh wê 13´ê Sibatê deriyên xwe veke û heta 24´ê Gulanê jî vekirî bimîne.
Herçî hunermendên jin in, perspektîfa wan hema hema berevajiyê ya hunermendên mêr ên surrealîst e: ew bi pirranî li modeleke nû ya nasnameya jinbûnê yan jî mêtiyê digerin, gava vê dikin ew li hizra xwe bi xwe jî seh dikin û rolên cihê jî digirin. Hunermendên surrealîst bûyerên siyasî yên wexta xwe, edebiyat, mîtolojî û dînên ne Ewrûpî jî di nav berhemên surrealîstên jin de cihê xwe digirin. Di pêşangehê de wê 260 berhemên (wêne, karên li ser kaxezê, peyker, resm û film) 34 hunermendên ji gelek welatan wêhem di warê stîl û hem jî di warê naverokê de bibe nûnera hunerê van jinan.
Ji bilî hunermdên navdar ên weke Louise Bourgeois, Frida Kahlo û Meret Oppenheim, hunermeênd kêm tên naskirin lê di nav sîh salên biuhurî de hunerê surrealîst kirine yên weke Alice Rahon yan jî Kay Sage jî wê bi berhemên xwe di pêşangehê de hebin.
FRANKFURT