
Her ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gavekê pêş ve diçin, baweriya şêniyan bi wan zêde dibe. Tevlîbûna nava hêzê zêde dibe û şêniyên herêmê xwe li dora wan kom dikin.
Abdullah Şêx Mihemed ji gundê Merwan ê 11 km li rojavayê Qadiriyê û di pêngava duyemîn a hemleya Xezeba Firatê de hat rizgarkirin. Mihemed piştî dît gundê wî rizgar bû, biryar da ku cihê xwe di nava Hemleya Xezeba Firatê de bigire.
Mihemed sedema tevlîbûna xwe wiha rave kir: ʺJi bo rizgarkirina kes û xizmên xwe, her wiha hemû mirovan ji zilma çeteyên koalîsyonê ku bi navê gelê Sûriyê deng dikin lê tiştekî derbarê Sûriye û xwediyên wê de nizanin, min biryar da ez tevlî bibim. Me gelek zilm ji destê çeteyan û berê jî ji çeteyên Koalîsyonê dîtiye.ʺ
Abdullah Şêx Mihemed destnîşan kir ku ew bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibandor bûye û got, ʺMin fêm kir ku parastina maf û mirovahiyê ava dike. Min bi salan Ocalan di rêya TV re dişopand, lê niha ez nêzî fikirê wî bûme.ʺ
Hêjayî gotinê ye ku bi sedan ji şêniyên gundên hatine rizgarkirin, di qonaxa yekemîn a hemleyê de tevlî QSD`ê bûn û ev yek di qonaxa duyemîn de bi rizgarkirina gundên din, hîna şênbertir dibe.
REQA