Balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê deverên şên ên sivîlan jî bombe dikin. Di bomberdûmana doh de welatiyê bi navê Yûsiv Cemal şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê ragihand ku balafirên şer deverên şên ên welatiyan jî barandine.
HPG’ê li ser êrişan ev agahî dan:
“Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û deverên sivîlan kir.
Di 24’ê Îlonê de saet di 09.00’an de balefirên şer derdora gundê Dê yê devera Stûna a herêma Avaşînê bomberdûman kir.
Di 25’ê Îlonê de saet di 07.00’an de Girê Şehîd Firat ê Avaşînê, saet di 16.00’an de derdora bajarokê Çemankê yê Garê û derdora gundê Çemê Zê, saet di navbera 21.45 û 00.00’an de jî Gelîyê Şehîd Ayhan, derdora gundên Enzê, Zevkê û Bêpalanê yên herêma Qendîlê bomberdûman kirin.
Di 26’ê Îlonê de devera Dola Konferansê ya Avaşînê, Girê Şehîd Dîren û Devera Mervanisê bomberdûman kirin.
Di bomberdûmana bajarokê Çemankê de sivîlê bi navê Yûsiv Cemal ê 19 salî şehîd bûye. Di bomberdûmanên dewleta Tirk de xisareke maddî û manewî gihiştiye bax û baxçeyên xelkê. Artêşa Tirk a faşîst vê carê jî ciwanê 19 salî kiriye hedef. Wê tola vî ciwanê Kurd teqez were pirsîn.”
ANF/BEHDÎNAN