Di warê enerjiyê de girêdaneke bi benên stûr di navbera Ewrûpa û Rûsyayê de heye. Hem Ewrûpa mecbûrê Rûsyayê di warê dabînkirina pêdiviya xwe ya bi gaza xwezayî de û hem jî Rûsya ji bo firotina rezervên xwe ên gazê hewceyê Ewrûpayê ye. Ha di vê meseleyê de Qeter û Erebistana Siûdî li rêyeke firotina gaza xwe digerin ku dikare mecbûrbûna Ewrûpa a girêdana bi Rûsyayê ve dikare bi dawî bike û hem jî aboriya Rûsyayê dikare bi derbên giran birîndar bike. Di nîvê girêka vê meseleyê de jî Sûriye rûniştiye. Çawa şerê îdeolojiyên sunî û wehabî bi berjewendiyên enerjiyê yên Ewrûpî re li yek bereyê bi cih bûn, di nava vê de cihê dewleta Tirk û peywendiyên wê bi Tirkiyeyê re, tesîra vê li Başûrê Kurdistanê û li Rojava wê çi bin? Tevî Dr. Kenan Engîn em li bersivên van pirsan geriyan.  


Girêka kor a enerjiya Ewrûpa

Beriya sohbeta bi Dr. kenan Engîn ê ku li Institûta Bonnê ya Lêkolînên Koçberiyê û Jiyana Înterçandî (Bonner Institute fur Migrationsforschung und Interkulturellesleben) weke lêkolîner dixebite, wê ne şaş be em çarçoveyekê deynin ku wê sohbetê maqûltir bike ji bo têgihiştinê. Em behsa Sûriyê dikin ku aliyên siyasî ne bi tenê bi vizyonên xwe yên siyasî, dînî û mezhebî rikberê hev in, lê belê bi berjewendiyên xwe yên madî jî dijberê hev in. Tevî ku pirsgirêka li Sûrî weke yeke siyasî tê nîşandan jî, di çaresernekirina vê pirsgirêkê û dirêjkirina wê de aliyê meseleyê yê di warê stratejiya enerjiyê de jî xwedî dewreke sereke ye. Ha li ser vî aliyê sereke yê meseleyê me sohbetek kir bi Dr. Kenan Engîn re. Dema ku min bal kişand ser girêdana dualî a di navbera welatên Ewrûpa û Rûsyayê de herçî mesele enerjî ye, Kenan Engîn behsa lêgerînên Ewrûpa yên ji bo şikandin yan jî nermkirina vê girêdanê kir li aliyekî û li aliyê din jî behsa hewldanên du welatên kendavê yên xwedî îdeolojiya wehabî ango Qetar û Erebistana Siûdî kir ku ew bixwe jî dixwazin gaza xwe ya xwezayî bigihînin bazara Ewrûpa. Dr. Kenan Engîn îşaret bi vê li hev rasthatina berjewendiyan dike û dibêje, li aliyekî daxwaza îdeolojîk a belavkirina wehabîtiyê ku bi destekkirina komên tundraw vê dike, li aliyê din jî bi projeya xeteke lûleyan ji bo gaza xwezayî dixwaze vê bike (binihêre li nexşeyê). 


Êdî Ewrûpa li Rojhilata Navîn weke hêz nîne

Dema ku ez îşaret bi şerê li Lîbyayê dikim û nêzîkbûna Lîbyayê ya li Ewrûpa bi bîr dixim, bi ser de nijadperestiya li Ewrûpa ya nexasim li dijî Misilmanan weke tezatekî dinirxînim, Engîn dibêje, "Di rastiyê de Ewrûpa ya ku di salên 30´î û 40´î de di diyarkirina her tişta li Rojhilata Navîn xwedî hêz û biryar bû, niha bi pirranî betal e. Ev hêz di destê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û qismî û nisbî yê Rûsyayê de heye. Di vê rewşê de nakokiyên Ewrûpa bi xwe re peyde dibin". Ev nakokî jî weke destekkirina tundrawên nêzî el-Qaîdeyê dikarin xwe bidin der. Li aliyê din piştî ku pêla penaberan da der xwe weke hevkariya bi Tirkiyeyê û AKP´ê re da der. Li gorî Engîn, Ewrûpa ji diyarkeriyê hîna jî dûr e û dibe sedema van nakokiyan ku di siyaseta Sûriyê de jî ji "divê Esed biçe", vegeriyan, "mirov dikare bi Esed re jî rûne".


Rûsya hem wek faktor û hem wek aktor li Sûriyê ye

Di nava vê geremola siyasî, jeo-stratejîk û siyaseta enerjiyê de helbet dewra vê li çaresernebûna pirsgirêkan heye. Li gorî Dr. Kenan Engîn, di vî hesabî de yê ku xwe li vî hesabî rakişandî Rûsya ye, di serî de ji ber ku naxwaze xeteke alternatîf a lûleyên gazê ber bi Ewrûpa re û nexasim jî di ser Tirkiyeyê re were ava kirin. Ji bo astengkirina vê jî Rûsya mudaxilî şerê navxweyî yê li Sûrî bûye. Engîn bi bîr dixe ku xeta alternartîf a ku di ser Qetar, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Balkanan re derbas dibe bazareke gelekî mezin vedike li ber gaza Qetarê, ji bo Tirkiyeyê jî girêdana wê ya bi Rûsyayê re ji holê radike. Ji ber vê jî Tirkiye ji bilî sedemên mezhebî û îdeolojîk ji ber sedemên enerjiyê jî li vê bereya wehebiyan zêde bûye. Ango Rûsya dixwaze bazara xwe ya Ewrûpa ji dest nebe, wê bazarê muhtacê xwe bihêle û ji bo vê her tiştî dike. Ewrûpa li derfeteke din a gihiştina gaza xwezayî digere û ev alternatîf ji bo wê sivikkirina girêdana bi rikberê xwe Rûsyayê re ye. Tirkiye jî dixwaze xwe di warê enerjiyê de kêmtir destgirtiyê Rûsya û Îranê bike. Ango xeta mezhebî îdeolojî ya Şîî/Elewî li aliyekî û ya Sunî/Wehabî li aliyê din li gorî berjewendiyên stratejîk ên enerjiyê yê jî hev qut dibin.


Têkiliya Tirkiyeyê bi Başûr re ne stratejîk e


Li ser vê hizra gelo ji destpêkê ve ev stratejiya bazara gaza xwezayî li Lîbya û gelek welatên din ji bo destekkirina komên tundraw ên nêzî el-Qaîdeyê û paşê nêzî DAIŞ´ê û heta DAIŞ´ê bi xwe jî xwedî dewr bû? Dr. Kenan Engîn dibêje, hem alîkariyên yekser, hem alîkariyên ne yekser û hem jî kampanya medyayî ya ku bi pereyên Qetarî û Siûdî bi rê ve çû naşibe ku ji xwe re li hev hatibe û dbe ku aqilekî wisa li pişt be. Li vir em dixwazin bi bîr bixin ku Qetarê di salên 2010 û 2011´ê de gelek gaza lîkîd bi tankerên dêw ên kêştî ev gaz firot Ewrûpayê û îhtîmaleke berçav e ku xwestibe bi rêyeke erzantir û rehettir were kontrolkirin plan dariştibin.

Tirkiye ne bi tenê di ser Sûriyê re siyaseta xwe ya enerjiyê bi gewde dike. Aliyekî siyaseta wê jî Başûrê Kurdistanê ye. Dema em vê bi bîr dixin, Dr. Kenan Engîn îşaret bi aliyekî gelekî girîng ê têkiliyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê dike: "Ji bo Tirkiyeyê têkiliyên di ser enerjiyê re ên bi Başûrê Kurdistanê re ne stratejîk in, ew dixwaze alternatîf û tercîhên xwe zêde bike û nîşanî Rûsya û Îranê bide ku alternatîfên wê yên din jî hene. Lê belê li hemberî vê ji bo Başûrê Kurdistanê ji ber ku aborî xwe bi tevahî disipêre firotina enerjiya fosîl û têkiliyên bi Bexdayê re pir xirab in, ev têkilî straatejîk e. Aliyekî din ku ji bo Başûr vê têkiliyê stratejîk dike ew e ku hêza desthilatdar PDK, dema ku pereyên ji enerjiyê qut bibin ditirse ku tevahiya desthilatdariya xwe ya siyasî ji dest bide."



LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT