'Divê li ser axa xwe bê definkirin'
Derhêner Garip Çelîk da zanîn ku piştî vê bûyerê birayê wî tev li PKK'ê bû û wiha got: "Piştî birayê min tev li PKK'ê bû polîsan zext li ser zextan li malbatê kir. Em binçavkirin. Hêj ez 14 salî bûm polîsan ji min xwest ez bibim sîxur. Ji ber ku min ev yek qebûl nekir ez gelek caran hatim binçavkirin. Ji bo ku tiştek bi serê min de neyê ez hatim Stenbolê. Birayê min di sala 1993'an de li navçeya Qereçobana Xerpêtê di pevçunê de li gel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Dema bavê min agahî stend û çû Xerpêtê ji aliyê fermandarê Alayê ve rastî lêdanek mezin hat. Wê demê bav nikarîbû li kurê xwe jî xwedî derkeve. Bavê min piştî rastî îşkenceyê hat heta mehekê neaxivî. Em dixwazin cenazeyê birayê xwe ji gora komî bigirin û bibin li ser axa wî defin bikin. Hemû wêneyê birayê min Yildirim Çelîk (Cûdî) di serdegirtina malê de polîs û leşkeran bi xwe re birin. Min bi navê Bi xatirê de birayê min" belgefîlm kişand. Ez dixwazim bi riya vê belgefîlmê birayê xwe ji gora komî derxim û bibim li ser axa wî defin bikim. Em 9 xwişk û bira bûn. Lê niha em tev belav bûne. Diya min digot berê dema me li ser sifrê xwarin dixwar cih tune bû. Lê niha ez kesî li dora xwe nabînim. Guran hat tev xwarin. Niha tenê dayik û bavê min li mal e. Em dixazin êdî rayedar van rojan ronî bikin û li rastiyê vegerin û her kes bigêje daxwazên xwe."
DÎHA/STENBOL