Lêkolîna Umran Aran “Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî” wekî pirtûk ji Weşanên Peywendê derket.

Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji qerase yê edebiyata Rûs e. Di serdema xwe de gelek kes li ber destê wî mezin bûne, wî gelek ked daye edebiyata Rûs û edebiyata giştî. Wî gelek berhem jî dane. Li ser wî heta niha bi zimanên cur bi cur pirtûk hatibûn weşandin, niha ew bû malê Kurdî jî. Umran Aran berê fokusa xwe daye wî, berhemên wî û lêkolîn û nirxandinek amade kiriye. Ev xebata Aran ku wekî tezê hatibû dest pê kirin, paşê bi lêkirina hin beşên nû wekî pirtûk ji Weşanên Peywendê derket.

Aran lêkolîna xwe li ser Baxtîn kiriye û pê re jî sê romanên Kurdî bi ser teoriya wî re nirxandiye ku ev yek di wêjeya Kurmancî de jî gavek nû ye.

Roleke muxalîf li romanê bar dike

Baxtîn gelek qîmetê dide romanê, li ser romanê nirxandinên girîng dike û fikrên nû diavêje meydanê. Aran vê nêrîna Baxtîn wisa pêşkêş dike: “Berevajî meyla giştî, Baxtîn di sedeya 16’an an 17’an de nabîne derketina romanê, ta ji antîkîteyê li kokên romanê digire û geşedana wê di nav geşedana dîroka çandê de dişayesîne, wê ji dîroka çandê naqetîne û bi nêrîneke gişgir lê dinêre. Baxtîn roleke muxalîf li romanê bar dike, li gora wî janrên din ên musteqîm di xizmeta yekdengî û yekîdolojiyê de ne, lê belê roman pirdengî û pirriwangehiyê di xwe de dihebîne.”

AMED