
Hûn bi Tirkî gelek baş diaxivîn, li ku fêrî vî zimanî bûn?
Dema min li Stenbolê zanîngeh dixwend fêrî vî zimanî bûm. Min 3 salan li Londonê, salek jî li Stenbolê ziman û wêjeya Tirkî û dîroka Rojhilata Navîn xwend. Ez berî demeke dirêj bi hevalekî xwe re hatibûm Stenbolê. Gava em li Îngilîstanê bûn me pereyê xwe dabû hev û bi pişt re jî ji bo ku li dunyayê bigeriyana em bi rê ketibûn. Min bêtir dixwest ez biçim Meksîkayê, lê belê ji ber sedemekê em çûn Stenbolê. Plana me ya mayîna li Stenbolê ji bo 1-2 heftiyan bû, lê em ji 6 mehan zêdetir lê man. Dema em li Turkiyeyê bûn, em li cihên wek Enqere, Behra Reş geriyan.
Hûn li Kurdistanê jî geriyan?
Belê. Em bi tesadufî hatin.
Bi Erebî dizanî?
Ez hindik dizanim. Diya min dizane, bavê min jî ji ber ku Ereb e jixwe dizane. Fêm dikim lê nikarim biaxivim. Berî ez bêm dunyayê, diya min ji ber ku 7 salan li Îraqê û Libnan mabû, fêrî zimanê Erebî bûbû. Birê min li Îraqê hate dunyayê, ez jî li Îngilîstanê hatim dunyayê.
Serpêhatiya muzîkê kengî dest pê kir?
Min di zarokatiya xwe de perwerdehiya piyanoyê stendibû. Ji aliyê din, min li dibistanê perwerdehiya muzîkê jî stendibû. Min bi awayî binesaziya xwe ya muzîkê pêk anî. Dema ez 18-19 salî bûm fêrî gîtara akustîk bûm. Min dixwest stranan bibêjim, sedema fêrbûna min a gîtarê jî ji ber vê yekê bû. Min di wê pêvajoyê de dest bi xwendina stranên protest û çêkirina besteyan kir.
Hûn cara ewil li ku derketin ser dikê?
Ez cara ewil li dibistanê di nav orkestrayekê de bi flûta xwe derketim ser dikê. Min demên ewil şerm û şayîşan dikir, ku ez li pêşberî girseyê stranan bibêjim. Min tenê enstruman lê dida.
We piştî wê çi kir?
Piştî wê, dema ez li Tirkiyeyê bûm, li ser pêşniyara hinek nasan min çend album stend û bi baldarî guhdariya wan kir. Ew albumên kom û hunermendên wek Yenî Turku, Grup Yorum, Zulfu Lîvanelî bûn. Kêfa min gelek ji albuma bi navê “Gunebakan” a Yenî Turkuyê re hatibû û min gelek caran lê guhdarî kiribû.
Têkiliya we ya bi Kurdan re kengî dest pê kir?
Piştî ku ez ji Stenbolê vegeriyam Îngilîstanê, 2 salan di karê postegeriyê de xebitîm. Bi pişt re min li Londonê dest bi xwendina zanîngehê kir. Li zanîngehê gelek xwendekarên Kurd, Tirk, Ereb û hwd. hebûn. Min li zanîngehê xwendekarên Kurd nas kirin û ji wan fêrî çend stranên Kurdî bûm. Di heman demê de ez fêrî stranên Kurdî yên di albumên Grup Yorum û Kizilirmakê de jî bûm û bi vî awayî repertuara min fireh bû. Li herêma ku lê rûdinim gelek Kurdên ji Kurdistana Îraq û Îranê hene, destek û piştgiriya wan jî çêbû.
We albuma xwe “Yuregînîn Goturdugu Yere Gît” kengî çêkir?
Mn ew di sala 2009’an de çêkir. Di nav de stranên Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (Kurmancî, Zazakî) hene. Stranên di albumê de ev in: Vengê Yeno, Mavilim, Shake Me, Ormiye, Wave, Dayê Dayê, Lakes Below, River Lea, Jolene, Bugün Bize Pir Geldi, Hoynar, No More û Time to Go.
Erebî çima nîn e?
Dema min albuma xwe çêdikir Erebiya min ne baş bû. Ez guhdariya muzîkên Erebî dikim lê belê bi wî zimanî nabêjim. Ne li gor min e.
Ereb we nas dikin?
Ez texmîn nakim. Lê li Urdunê min nas dikin. Lewre li wir xizmên min, guhdarên min hene.
Di ser çêkirina albuma we ya ewil re 3-4 sal buhurî. Ji bo albuma duyemîn amadekariyên we hene gelo?
Helbet amadekariya min heye. Min gelek stran tevlî repertuara xwe kir. Min divê ez albumeke nû çêbikim lê gelek bi mesref e, karekî dijwar e û jê re wext hewce dike. Problema min a madî heye, wext têra min.
We qet kilîb amade kirine?
Belê. Straneke Emerîkayiyan hebû, straneke mîzahî, me ji wê re klîb çêkir.
Hûn qet derketin televîzyonên Kurdî?
Na. Nebû qismet. Lê belê ez gelek dixwazim derkevim.
Ji aliyê muzîka Kurdî ve repertuara we çawa ye? Di repertuarê de bi têra xwe stran hene?
Ji aliyê muzîka Kurdî ve repertuara min ne xirab e. Niha ji bo ku firehtir bikim dixebitim. Dema ez derdikevim ser dikê di vî warî de tengasiyan nakşînim.
Di warê muzîkê de cihê ku hûn dixwazin bigihîjinê kû der e?
Ez bi awayekî bazirganî bi muzîkê mijûl nabim. Dixwazim bêm nasîn, lê bi awayekî erênî. Dixwazim bi serê xwe tev bigerim, serbixwe bim. Naxwazim bibim hêsîrê muzîkê. Naxwazim sirf ji bo qezenckirina pereyan tiştên tewşo mewşo bikim. Min navê li her derê derkevim ser dikê.
Hûn ji xeynî muzîkê karekî din dikin?
Ez niha li şaredariyê wek memûr dixebitim. Ji 10 salan zêdetir e li şaredariya Manchesterê dixebitim. Lê belê ez dixwazim piştî demekê ji karê şaredariyê veqetim. Mirov piştî zanîngehê ji mecbûrî dixebite. Mirov deyn û duyê xwe dide. Gelek dijwar e, ku mirov hem bixebite û hem jî bi muzîkê mijûl bibe. Ji ber kar wext namîne. Ez ew qas sal xebitîm, min ji hêla aboriyê ve xwe da hev. Dixwazim di warê muzîkê de bixebitim, xwe pêşve bibim. Dixwazim karê wergerê bikim, berhemên Tirkî wergerînim Îngilîzî.
Bavê we di mijara muzîkê de reaksiyon nîşan da?
Bavê min qet hez nekir ez bi muzîkê mijûl bibim.
Dê û bavên we jî mîna we sosyalîst in?
Na, herdu jî mirovên muhafezekar in.
We heta niha li kîjan welatan konser dane?
Min heta niha li welatên wek Îngilîstan, Elmanya, Awistirya û Tirkiyeyê konser dan.
We di konserên xwe de bi kîjan zimanan stran gotin?
Min di konseran de bi zimanên wek Îngilîzî, Tirkî, Kurdî, Erebî, Lazî, Ermenkî stran gotin. Lê belê ev çend wext e bi Îngilîzî nabêjim.
Hûn li Îngilîstanê bi siyasetê mijûl dibîn?
Ev çend wext e zêde mijûl nabim. Ez berê bêtir mijûl dibûm. Dema ez bi muzîkê mijûl dibim nikarim zêde bi siyasetê mijûl bibim.
Hûn rewşa Kurdan çawa dibînîn?
Rewşa Kurdan gelek ne baş e. Gava ez li Kurdan difikirim gelek dikeribim. Lê belê di heman demê de li hemberî berxwedana wan şanaz dibim. Ez sosyalîstek im. Ez stranan distrêm û bi vî awayî piştgiriya gelên bindest dikim.
MUSTAFA GAZÎ/AMED