Guven: Divê navendek bê avakirin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê karibe bi rola xwe rabe. Şer herî zêde bandora xwe ya neerênî li jinan dike. Ji ber vê, divê ku herî zêde jin li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan derkevin.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir, rêveberiya hepsê derbarê wê de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kir û mehek cezayê dîsîplînê lê birrî.
Guven di hevpeyvîna bi Kibriya Evren re ku pê re di heman hepsê de ye jî got, “Ez bi daxwaza azadiya neteweyî tevlî têkoşînê bûm, lê bi demê re ez di warê cudakariya zayendî de jî bi pêş ketim. Şer herî zêde bandora xwe ya neerênî li jinan dike. Ji ber vê, divê ku herî zêde jin li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan derkevin.”
Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir, Midûriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku lê dîlgirtî ye, derheqê wê de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kiribû. Midûriyeta Girtîgehê bi îdîaya “bi rêya greva birçîbûnê asayîş û ewlehiya saziyê lawaz dike” ceza li Guven birrî ku ji mehekê heta 3 mehan nikaribe tevlî hin aktîvîteyan bibe.
‘Haya min çêbû ji dîroka min’
Leyla Guven li ser mijarê bersiv da pirsên rojnamevan Kîbriye Evren a ku pê re li heman hepsê ragirtiye. Guven di serî de li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Jinê ya Cihanê peyivî û got, “Şideta ku îro li dijî jinê ye, sedema wê di dîrokê de veşartiye. Jina ku bi hezaran sal e, tê perçiqandin, çewisandin divê ku bê zanîn rastiya wê ya veguherî paradîgmaya azadiyê cara yekê, Birêz Abdullah Ocalan pê daket. Ez bi daxwaza azadiya neteweyî tevlî têkoşînê bûm lê bi demê re ez di warê cudakeriya zayendî de jî bi pêş ketim. Ez di dîroka xwe gihîştim û îro ez bawer dikim ku bi têkoşînê û bi rêxistinbûnê em jin dikarin rola ku ji aliyê civaka baviksalar ve li me hatiye ferzkirin, biguherin.
Çalakiyeke şexsî û ew qas jî civakî
Leyla Guvenê bal kişand ser çalakiya xwe û got, “Divê navendek bê avakirin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê karibe bi rola xwe rabe. Şer herî zêde bandora xwe ya neerênî li jinan dike. Ji ber vê, divê ku herî zêde jin li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan, derkevin.”
Şerma hiqûqê ye
Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr jî birrîna cezayê dîsîplînê ya li miwekîla xwe, wek “şerma hiqûqê” bi nav kir û got, ew ê li dijî cezayê hatiye birrîn mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînin. Ev ceza tê wateya binpêkirina azadiya îfadeyê. Ji ber ku greva birçîbûnê nabe sedema cezabirrînê. Çalakî ne li dijî jiyana hevpar a li girtîgehê ye. Greva birçîbûnê yek ji wan biryaran e ku mirov bi vîna xwe ya azad dide.
ANF/AMED
Ji Leyla Guven re bûn pişt
Bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, ji bo destekkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Hewlêrê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Bi vê armancê, li nûnertiya HDP’ê civîneke çapemeniyê pêk hat û piştre endamên HDP’ê û gelek welatiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, Muzzeyen Guneş diyar kir ku heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin û got, “Heta ku qanûn û pîvanên mafên mirovan ji bo Ocalan bi cih neyên anîn. Li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û endamên me bi dawî nebin, çalakiyên me wê bidomin.”