Li ser navê ciwanan xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Botan Serhat daxuyanî da. Serhat bibîr xist ku bi deklarasyona Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke nû destpê kiriye û got, "Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, firsendeke dîrokî afirand û şens da aliyan."
Serhat di daxuyaniya xwe de got, "Em, weke helwestek li dijî polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê hatine çiyayên Kurdistanê. Weke xwendekarên Zanîngeha Dîcle, Zanîngeya Yuzuncu Yil a Wanê û hemû zanîngehên din, ji bo xwedî li vîna azadiyê ya gelê xwe derkevin, ji bo li dijî polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê helwestê nîşan bidin me biryar dan bibin gerîla, biryar dan beşdarî refên HPG û YJA Starê bibin." Serhat herî dawî, di serî de xwendekarên zanîngehan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanî kir ku li dijî siyaseta qirkirinê, polîtîkayên neşareseriyê beşdarî refên gerîla bibin.
Li dû Serhat ji Zanîngeha Dîcleyê Dilpak Amed mafê axaftinê wergrit û bal kişand ser êrîşên demên dawî li hemberî xwendekarên Kurd ên li zanîngehan tên kirin.
Amed got, "Weke ku tê zanîn di demên dawî de li hemberî xwendekarên Kurd ên li zanîngehan êrîş tên kirin. Ev êrîş bi taybetî li Zanîngeha Dîcleyê destpê kir û li hemû zanîngehan belav bû" û bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê.
Viyan Tirkmen a bi eslê xwe Tirkmen e jî da xuyakirin ku hevalên wê yên Tirk û Çerkez hene ku pê re hatine û got, "Ji bo jiyaneke însanî û jiyaneke bi rûmet ez bang li tevahiya ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dikim ku xwedî li vê têkoşînê derkevin, ji bo bilindkirina têkoşînê tevli refên gerîla bibin."
ANF/BEHDÎNAN