Tevgera Ciwanên Şoreşger li Efrînê bi tevlîbûna hezaran kesî bi armanca bîranîna yek ji fermandarên damezirînerên YPG’ê Xebat Dêrik meşek lidar xist. Meş li Çerxrêya Raco dest pê kir û li Çerxerêya Kawa bidawî bû. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Xebat Dêrik, alên Kurdî hatin vekirin û dirûşmên ku berxwedana YPG/YPJ’ê vedibêjin hatin berzkirin.

Piştî meşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Endama Yekîtiya Star Çîçek Diyar axaftinek kir û li ser berxwendan û lehengiya ku Xebat Dêrik di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de nîşan daye û rihê wî yê rêhevaltiyê rawestiya. Çîçek diyar kir ku Xebat Dêrik ji kesên pêşeng ên ku di damezirandina hêzên YPG’ê ku niha bûye hêza herî esasî ye û ev hêz bi saya vê kedê niha li seranserî Rojava berxwedanê dike.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwan Nebiş jî di çalakiyê de axivî û got ku ew ê heta dilowa dawî ya xwîna xwe li ser riya “şehîdên berxwedanê” bimeşin û nahêlin dijmin xaka wan gemar bikin.
Di dawiya çalakiyê de komek ciwanên ji navçeya Cindirêsê tevlî nava refên YPG’ê bûn.

EFRÎN