Ji ber ku heman zihniyeta siyasî û kadro dameyrênerên Komara Tirkiyeyê bûn û hem jî ji ber ku li Tirkiyeyê ev qirkirin hat mandelkirin, girîngiya wê zêdetir e. Li aliyê din hevgiriya Împeretoriya Elman û ya Osmaniyan dike ku mijar ji bo Almanyayê jç girîng be.
Weqfa Rosa-Luxemburg bi weşanekê bi pirsên, mirov çawa dikare ji bîr neke û pê re jî li ber xwe bide, daketiye. Yek ji sedemên weşanê jî ew e ku hikûmeta federal a Elmanyayê her tiştî der barê qirkirinê de dizane, dîsa jî wê fermî qebûl nake.
Bi weşana pirtûka bi navê "Bi saxmayîn û bibîranînê berxwedan: Sedsalan piştî qirkirina Ermeniyan", Weqfa Rosa-Luxemburg hewl dide alîkar be di gerann li edaletê de. Gotarên Taner Akçam, Toros Sarian û Kadriye Karci bûyerên qewimî di dîrokê de bi cih dikin, bi berpirsiyariya aktoran a hinge û îro dadikevin, lêdikolin ka çi gav ji bo pêkanîna edaletê pêwîst in. Leman Bilgiç û Handan Kaymak berê awirên xwe dana projeya xwe ya perverdekirinê û nîşan didin ka pêkanîna mekanên bibîranînê çiqasî di peywenda perwerdeyê de girîng in. Miro Kaygalak jî bi awirên hunermendekî behsa çandeke bibîranînê dike. Belkî hevokeke ji pirtûkê karibe wê herî baş îfade bike
"Û kî alîgirê jibîrkirinê be ew ne bi tenê ji rabihuriyê ditirse, ew her weha ji siberojê jî ditirse. Lemma bi tenê tişta Neye jibîrkirin siberoja me misoger dike." Kesên elaqedar dikarin pirtûkê ji navnîşana li jêr daxin:
http://www.rosalux.de/fileadmin/rls_uploads/pdfs/Materialien/Materialien9_ueberleben.pdf
BERLÎN