Duh, 2’emîn Festîvala Şarezûr bi dirûşma ‘Raperîn, Jin, Bihar û Newroz, Navê Mezin yê Şarezûrin’, bi amadebûna berpirsên partiyên siyasî, hikmî û welatiyên navçeya Şarezûr a Silêmaniyê dest pê kir. Festival li ser rêya navçeyên Şarezûr-Seyîdsadiq hat lidarxistin û di festîvalê de gelek çalakiyên cûr bi cûr tên nîşandan.

Serpereştyarê Giştî yê 2’emîn Festîvala Şarezûr Merîwan Tofîq diyar kir ku festîvaleke salane tê lidarxistin û bi mebesta ku zêdetir girîngî bi çand û hûner, her wiha girîngî be Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji bo wê hewl dan ku festival bixine vê rojê. Tofîq bal kişand ser li beşên di festîvalê de tên lidarxistin û got: “Di festîvalê de gelek beşên cûda cûda hene, ji pêşengehên wêne bigire heta siwariya hespan û gelek xebatên cuda di nav de cih digirin. Her wiha di heman rojê de jî wê dawî li festîvalê were.”

Şêhîdan bi bîr tînin

Li aliyê din Mehemed Bextiyar bi eşîreta xwe ya Terxanî ve beşdarî festîvalê bûye û got: “Weke eşîreta Terxanî em beşdarî festîvalê bûne û em çanda resen a eşîreta xwe li vir pênase dikin. Reng û çanda eşîrtiyê didin nîşandan. Di heman demê de ji bo şehîdên xwe yên ku xwîna xwe ji bo têkoşîna rizgariya Kurdistanê rijandî bibîr bînin, di vê festîvalê de me çend wêneyên şehîdên xwe hildane, wêneyê yek ji wan şehîdan jî şehîdê ku li nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şehîd bibûn jî heye.” 



 SILÊMANÎ