Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, “Li herêma Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, komîte hatin avakirin. Weke gava destpêkê ya van protestoyan, daxwaza me ji welatiyên Başûrê Kurdistanê ew e ku malên Tirk êdî nekirin û bi kar neynin. Heta ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd werin bidawîkirin, divê şîrketên Tirk ji herêmê werin derxistin. Pêwîste hemû welatiyên ji Başûrê Kurdistanê destekê bidin xwişk û birayên xwe yên li Bakurê Kurdistanê.”
Di çarçoveya çalakiya boykotê de wê li herêmên Duhok, Hewlêr, Silêmaniye, Xaneqîn, Pişder û li Şarezûr, Derbendixan, Germiyan, Kerkûk û Çemçemalê kar bê kirin.
HEWLÊR