Çalakiya konvedanê ya li Kobanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk,  di roja xwe ya 15’an de dewam dike. Di bin konê çalakiyê de gel û endamên saziyan, rojên xwe li gel sir û seqemê jî bi moraleke bilind derbas dikin.

Dewlata Tirk a dagirker di van demên dawî de gefên xwe li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyê zêde kirin. Ji ber wê jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûn ser piyan û dest bi çalakiyên xwe kirin.

Şêniyên Kobanê konê çalakiyê 17’ê Kanûnê, li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê veda. Kon 10 rojan li wir vedayî ma. Berî 5 rojan şêniyan kon ji gundê Qeremox veguhest bajarê Kobanê. Kon li ber navenda HPC`ê hate vedan.

Çalakiya li konî, her roj heta saet 19.00’an dewam dike û her roj jî saziyek û bi dehan welatiyên Kobanê beşdarî dibin.

Doh jî endamên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Komîteya Perwerdeyê, Desteya Jinan û bi dehan ciwan, jin, kal û pîr beşdarî çalakiya konî bûn.

Piştî axaftinan şanoyek û stran ji aliyê Koma Botan ve hatin pêşkêşkirin.

Çalakî bi dayîna semîneran dewam dike û rojane gel beşdarî dibe da ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekine û dibêje, ew ê têkoşîna xwe xurttir bike.

 

 ANHA / KOBANÊ