Kampanyaya hînkirina alfabeya Kurdî îro tê destpêkirin, yanî Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyeke yekser li dijî asîmîlasyonê dibe. Sazî û rêxistinên zimanê Kurdî roj li miletê Kurd pîroz kirin û daxwaz hem ji miletê Kurd kirin û hem jî li dewletan, da ku hebûn û xwebûna zimanê Kurdî bê parastin.

Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji sala 2006’ê ve bi pêşengiya KNK’ê ev roj weke roja Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Bi rasthatina rojê, gelek nivîskar, çalakger, mamoste, saziyên ziman, partiyên siyasî û siyasetvanên Kurd cejn li miletê Kurd pîroz kirin. Lê ev cejne ne ya pîrozkirina bi gotinê ye. Çawa Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta 15’ê Gulanê gotî, “têkçûna zimanê Kurdî têkçûna gelê Kurd e”, naxwe ev cejna hanê ji bo çalakiyên xwedîderketina li Kurdî û berfirehkirina bikaranîna wî ye. Ji ber wê jî awayê saziyên zimanê Kurdî yê pîrozkirinê çêtir li vê cejnê tê: Kampanyaya hînkirina alfbeya Kurdî didin destpêkirin.

Platforma Zimanê Kurdî ya cotmeha 2018’an li Amedê hat damezrandin, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek bi sernavê “Îro roja zimanê Kurdî ye, li zimanê xwe xwedî derkevin” da. Platformê bi bîr xist ku 15’ê Gulana 1932’an Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî li Şamê dest bi weşana Kovara Hawarê kiriye û got, “Ev kovara xwedî nirxên hêja, bi salan xizmetên giranbuha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebiyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hawarê bi pêş ve diçe, dipişkive, geş dibe û berheman dide. Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî kemberbest dibin.”

Dê û bav divê zarokan hîn bikin

Platformê got, ji ber vê ji sala 2006’an ve 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin û wiha dewam kir: “Zimanê dayîkê divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav divê zimanê Kurdî bi hev re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Em dizanin ku hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona doza Gelê Kurd girîng e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi demê re miletê me jî têk biçe.”

Platformê piştre daxwazên xwe jî kirin rêz. Hin ji van daxwazan ev in:

  • Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin.
  • Ji bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.
  • Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.
  • Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werin kirin.
  • Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.
[caption id="attachment_250035" align="alignnone" width="660"] Sûltan Yaray[/caption]  Kampanyaya alfabeya Kurdî

Endamê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray der barê bernameyên xwe û Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivîn. Bîlgîç, diyar kir ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî, saziyên zimanê Kurdî yên bajarên cuda wê di 15’ê Gulanê de kampanyaya belavkirina alfabaye Kurdî, xwendin, nivîsandin, taybetmendiya Kurdî û danasîna wêjeya Kurdî bidin destpêkirin.

[caption id="attachment_249984" align="alignnone" width="660"] Mûrat Bîlgîç[/caption]

Bilgîç got: “Enstituya Ziman a Stenbolê û Amedê, MED-DER, Saziya Ziman a Mereto ya Elihê û Avesta ya Izmîrê pêşengtiya vî karî dikin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanxaneyên Kurdî, sazî û dezgehên cuda jî piştgiriyê didinê. Kampanya wê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî were deklerekirin, di hemû hesabên saziyan de danasîna kampanyayê û formên miracaetê dê werin belavkirin. Yên ku formên miracaetê dagirtin, wê piştî Cejna Remezanê beşdarî dersan bibin. Ders wê 4 hefteyan dewam bikin.” Yanî armanc di van 4 hefteyan de hînkirina alfabeya Kurdî ye.

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray jî diyar kir ku ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî bi Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Merdînê re bernameyekê çêdikin û got, “Em ê li ser medyaya civakî di 15’ê Gulanê de bernameyeke zindî çêkin. Bername dê li ser hesaba medya civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di saet 22.00’an de dest pê bike û heta saet 24.00’an dewam dike.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, jinên nivîskar bi videoyekê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Di vîdeoya li ser medyaya civakî de jinan bi şêwezarên cuda Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. n AMED

Cejna Kurdî bi Hawar e

Ji bo Cejna Zimanê Kurdî salvegera destpêka weşana kovara Hawarê hatiye hilbijartin. Vê kovarê bi ked û înîsîyatîfa Celadet Bedirxan roja 15’ê Gulana 1932’yan dest bi weşana xwe kir, ango yekem hejmara wê derçû.

Banga hejmara yekem bi luxeta Celadet Bedirxan, digot, “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.” Helbet îro maneya cejnê û banga destpêka kovara Hawarê bi temamî hevnagirin. Sala 2006’an li ser biryar û banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ev roj êdî weke cejn hat qebûlkirin. Sedem jî bêhtir ew bû hesasiyeta parastin, bikaranîn û bipêşvebirina Kurdî di nava civaka Kurdîaxêv de zêde bibe, belav bibe; lê her wiha ji bo kesên zimanê civaka xwe ji bîr kirine jî hîn bibin, ev cejn tê pîrozkirin. Lewma em çavê xwe lê bigirin jî, zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê hem weke erdnîgar û hem jî weke serjimar beşê herî mezin ê Kurdistanê, bi tehlûkeyeke mezin a man û nemanê re rûbirû ye. Ji ber wê jî li vî beşê Kurdistanê Cejn bi çalakî û kampanyayan dibe. Ya muhim ew e ku ev çalakî û kampanya tenê hefteya cejnê nebin û tevahiya salê hebin. Ji daxuyaniyên rêxistin û çalakgeran jî êdî her diçe bêhtir ev yek xwe dide der.