Li bajarên Duisburg û Stuttgartê yên Elmanyayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê û li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Çalakgeran hevkariya PDK´ê bi dewleta Tirk re û ambargoya li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê jî hat rûreşkirin. Di çalakiyê de di tehlûkeya ketina bi şewba Covid-19´ê ya li wargehên penaberan ên li ser sînorê Ewrûpayê jî hat bibîrxistin. Çalakgeran destek da penaberan.

Çalakî roja şemiyê li Marktplatz a Stuttgartê çêbû. Çalakî li ser banga Platforma Seebrucke Stuttgart, ciwanên Solid, Partiya Çep, antîfaşîst mîtîngek li dar xist. Hunermend Peter Grohmann di çalakiyê de xwest kampên penaberan ên li ser sînorên Ewrûpa tavilê welê bibin ku bi kêra mirovan bên. Grohmann ji ber ambargoya li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi bîr xist û xwest êrişa li dijî wargehê tavilê bê rawestandin.

Destûra 30 kesî dan

Li Duisburgê Kurdistaniyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Zînî Wertê û Mexmûrê protesto kir. NCDK a Duisburgê û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel bang li xelkê kir ev çalakî bibe. Çalakî li ber Gara Navendî ya Duisburgê çêbû. Ji ber pandemiyê tenê destûra beşdariya 30 kesî hat dayîn. Çalakgeran hevkariya PDK´ê bi dewleta Tirk re jî protesto kir.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN