KCDK-E bi gotinên, ‘’Ji bo ku em bibin dengê gelê Efrînê, em li dijî dagirkeriyê têkoşînê geş bikin’’ banga beşdariya li meşa mezin a 8’ê Hezîranê kir. Kon-Med´ê jî bi heman armancê bangek kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrpayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê got, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kirî bi komkujî, êriş, talanê xwediyên eslî yên wê xakê ji wir derxistin, dest li ser mal û milkên wan danî, bi hovîtî êriş birin ser nirxên dîrokî û baweriyê.
KCDK-E’yê bi bîr xist ku Efrîn li ber çavê hemû cihanê hatiye dagirkirin û got, “Efrîn ji komên Îslama tundraw û DAIŞ’ê re, ku dijminê mirovahiyê ne, kirine navend û ew der bûye navenda plangeriya paqijiya etnîk a giştî ya li dijî Kurdan.”
Tehlûke li dijî Kurdistanê ye
KCDK-E´yê dijminatiya dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan bi bîr xist û got, ‘’Di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nakin. Wiha dixwazin ku modêla bi azadîxwaziya jinê û wekhevîxwaz a li Rojava, ku hêviya mirovahiyê ye, li Rojhilata Navîn pêk neyê. Ji ber vê, şerê dijî Kurd li hundir û li derve bi hemû hovîtiya xwe dewam dikin. Hewldanên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi vê sedemê ye. Bi rengekî çalak bi xwwedîlêderketinê em dikarin Efrînê ji dagirkeriyê xilas bikin û pêşî li dagirkeriyên nû bigirin. Ew hêza me heye ku em rûyê rastî yê dewleta Tirk li ber çavê gelên Ewrûpayê nîşan bidin û vê rawestînin. “
Beşdarî meşê bibin
KCDK-E’yê banga tevlîbûna meşa 8’ê Hezîranê kir û got, “8’ê Hezîranê li Ebert Platzê li navnîşana 50668 Kolnê wê meşa mezin were çêkirin. Em bang li hemû saziyên xwedî wijdan, rewşenbîr û her kesî dikin ku tevlî meşê bibin. Ne ku tenê tevlî bibin, bang li her kesî dikin ku bi hemû derfet û zîrektiya xwe têkliyan deynin û ji bo ku meş xurt bibe, hewl bidin û bibin dengê Efrînê.”
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrînê û dagirkeriyên din banga beşdariya li meşa di 8’ê Hezîranê de kir.
Fed-Med NRW, Platforma Efrînê, PKAN, FEDA, NAV-YÊK, CÎK, YJK-E û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî di nav de gelek sazî pêşengiyê ji meşê re dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN