Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê ya Amedê (Göç Vakfı) pêşengeha wêneyan a “Bi çavên zarokan Amed” li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nîşan da.

Di pêşangehê de 40 wêne hene ku ji zarokan ew girtine. Di nava wan de wêneyên Mînareya Çar Ling, Pira Deh Derî, Birca Ben û Sen, Kolanên Sûrê û gelek cihên dîrokî yên Amedê hene. Pêşengeh bi hevkariya Dilan Ok, weqfa navborî, Gulçin Şanli, bi beşdariya zarokan û fînansmana Komeleya Çanda Anadolu hat pêşandan.

 

AMED