HAWKAR MISTEFA / HELEBCE / ROJNEWS
Îbrahîm Elî yê ji Xurmalê di nava 40 salan de qederê 2 hezar berhemên ji muzîk û helbestên Kurdî berhev kirin û li mala xwe weke arşîvekê cihek jê re veqetand. Îbrahîm Elî bang li rayedaran dike ku mekanekî bicihkirina arşîvên mîna yên wî peyde bikin.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Elî li navçeya Xurmal ev 40 sal in berhemên hunermend û helbestvanên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kom dike û arşîv dike. Heta niha zêdetirî 2 hezar kasetên hunermendan kom kirine û di mala xwe de ji wan arşîvek çêkiriye.
Îbrahîm Elî niştecihê navçeya Xurmal a ser bi parêzgeha Helebce ye. Îbrahîm ev 40 sal in ku dest bi komkirina berhemên hunerî û helbestên Kurdî kiriye. Îbrahîm di nava mala xwe de odeyek ji bo arşîva berhemên hunermend û helbestên Kurdî veqetandiye.
Îbrahîm Elî li ser komkirina berhemên hunermendên Kurdan axivî û got, ji sala 1978’an heta roja me ya îro wî berhemên muzîkê, stran û helbestên helbestkarên gelê Kurd berhev kirine. Elî ne tenê berhemên hunerî yên Kurdan kom dike, dixwaze ji bilî komkirinê wan hemû berheman biparêze jî. Ji bo vê jî, berhemên komkirî û arşîv kirî hemûyan, ev bi salan e diparêze.
Bi Hesen Zîrek dest pê kir
Elî behsa rizgarkirina berheman di dema komkujiya kîmyabarana Helebce de kir û got; “Di dema kîmyabarana Helebce de, min hemû berhem kom kirin û veguhestin mala xizmekî xwe yê li bajarê Silêmanî. Piştî wê, dîsan min hemû berhem anîn mala xwe. Yekem kaseta ku min kirî, ya hunermendê Kurd, Hesen Zîrek bû. Min ew kaset sala 1978’an kirîbû û heta niha li gel min e. Hesen Zîrek ew kaset destpêkê di sala 1953’an de li radyoya Kurdî ya Bexda de qeyd kiribû. Ji bilî kasetên stranan, 302 kasetên videoyên film û stranên hûnermendan li gel min hene û min ew parastine.”
Ji arşîvan re mekanekî çêkin
Îbrahîm Elî di dewamê de got, hemû berhemên komkirî yên Kurdî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Armanc ne tenê kom kirine, parastin e jî. Her gelekî ku ne xwedî huner be, wek gel nayê naskirin. Ji bo vê, ez her tim ji bo xwe dibêjim, piştî min wê çawa ev berhemên hanê werin parastin. Erkê hikûmetê ew e ku cihekî amade bike da ku em arşîvên di destê xwe de li wir bi cih bikin û nehêlîn dîroka me ya hunerî tine bibe.”